Gumbeta Surmelî Memed Paşa 

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 3 Hezîran 2022 - 01:07

Dema em behsa Hewranê bikin, berê her tiştî Gumbeta di nava goristana Hewranê de tê bîra mirovan. Ev weke remzeke bajêr e. Goristana Hewranê 250 metre li bakurrojhilatê bajêr li dîharê newala ku bajêr lê avabûye, cih digire. Ev Gumbeta Surmelî Memed Paşa / Îbrahîm Paşa di nava vê goristana Hewranê (Xamur) de ye. Ji ber ku cihê goristanê gelek bilind e, ji dûr ve xuya dike. Rêya Wanê û Agiriyê di ber re derbas dibe, mirov dikane di trimbêlê de jî wê gumbetê bibîne.

Navê Surmelî Memed Paşa di stranên Evdalê Zeynikê de tê hildan. Her wiha tê zanîn ku Evdalê Zeynikê dengbêjê Surmelî Memed Paşa ye. Mala Surmelî Memed Paşa ji eşîra Kurd Bêskî/Bêsiyan e. Û bi xwe xwarziyê eşîra Rêdkî /Rêdkîyan e. Kurê Ebdilhemîd Paşa û neviyê Îshak Paşa ye. Bi taybetî di wêjeya me ya devkî de, bi nav û deng e. Yê ku bixwaze agahiyeke berfireh bigire. Li ser înternetê navê “Surmelî Memed Paşa” binivîse, gelek agahiyên têr derdikevin. Bi taybetî jî di strana Evdalê Zeynikê ya bi navê “Wer Xozanê” de navê wî tê hildan. Ev strana wî ya herî navdar e. Lê mijara me tenê ev Gumbeta Surmelî Paşa ye. Divê em vê jî bêjin; em nizanin gorna wî jî di wê gumbetê de ye, yan tenê yên zarok û bira û hevjîna wî.

Anegorî lêkolînên berdest û hêjmarên li ser dîwar ku hatine şikandin, lê hê jî tê xwendin, ango ev gumbeta di sala 1832-33´yan de hatiye lêkirin, lê hîç naşibe mîmariya Osmaniyan, mirov bi hêsanî dikane bibêje, ev rasterast mîmariyeke xas Kurdistanî ye. Gumbet bi mezinahiya 11.50 metre di 4.70 metre de hatiye lêkirin. Bilindahiya nava wê digihîje 4 metereyan. Kevirên wê gewr in, bi ser qehweyîya zelal ve diçin. Ev kevir û kevirên di Qesra Îshaq Paşa de hatine bikaranîn, mîna ku ji heman kana keviran bin. Bes, baş tê zanîn ku kevirên vê Gumbetê ji kaneke gundê Axadeveya (ev navê wî yê kevn e) yê navenda parêzgeha Agiriyê, anîne. Ev gund ji avabûnê û vir ve, gundê êlên Rêdkiyan e. Ev gund jî nêzîkê rêya Bazîd - Agiriya ya kevn û nû ye. 

Gumbet bi awayê sandoqekê hatiye lêkirin. Kevirên gumbetê bi hostatiyeke pisporî hatine birrîn, teraştin û lêkirin. Di dîwarê Gumbetê de du kember/qetîl ên ji kevirên bazaltê reş hene. Bes hima li ser hîmê wê re û di ber banê wê de jî ev kemberên bazaltê reş heye. ev kemerên reş rengekî avadaniya wê serdemê, yan jî tenê dîzayneke mîmariya bi vî rengî ye, baş nayê zanîn. Bes hetanê salên heftêyî jî, di dîwarên xaniyên Serhedê de kember/qetîlên darîn dihatin bikaranîn. Banê wê jî ji keviran e û bi awayê pişta masî hatiye girêdan, li herdu aliyan li ser kembera nava dîwar a diduyan de li her aliyekî du paceyên piçûk hene. 

Hundirê Gumbetê jî wekî der, gelek sade ye. Ji du jûran pêk tê, yek jûra li ber derî yanê hewlî, yek jî jûra gorê Mala Surmelî Memed Paşa lê ye, heye. Derê wê li çengê rojhilat yê dîwarê aliyê başûr vedibe. Ew jî hinekê dişibe deriyên mîrgehan. Kembereke wek nîşên mezin bi qasê bilindahiya dîwar di şêweyê eywanê de ye, derî di nava wê kemberê de vedibe. Mirov ji wê hewliyê di derê çarnîşk re derbasê jûra goran dibe. Di hewliyê de paceyeke weke nîşeke piçûk heye. Hem di hewliyê de hem jî di jûra gornan de di dîwar de cihê findan hene. Li ser banê wê ax wisa hatiye rijandin, her sal bi biharê re li gel hêşînbûna giha kulîlkên piçûk jî vedidin.

Baş tê zanîn ku gorna birayê Surmelî Memed Paşa, Yusuf paşa, kur û keça wî her wiha gorna hevjîna wî jî li wir e. Mixabin ku gorn hemû hatine ruxandin. Bi gotineke kurt, gêncîneger bi şev ketine Gumbetê, kolane û her tişt ser û bin kirine. Lê gorn cardin nehatine lêkirin û wisa mane. Divê şaredariya bajarê Hewranê (Xamûrê) teqez vê Gumbetê weke dîroka xwe bibîne, ji bo nûkirin û parastina wê çi jî destê wê tê, bike. Ew ne tenê pareke dîroka Hewranê, her wiha pareke dîroka wêjeya me ya devkî ye jî.

Me gumbetên mala Kok Axayê Êzdî jî dîtibûn, ti kes li wan xwedî derneketibû lema ew jî ji ruxandinê re rû bi rû mabûn, li vir jî heman reng xuya dike. Gelên li dîroka xwe xwedî dernekevin, berhemên dîroka xwe neparêzin, û negihînin nivşên li pey xwe, bi wê re ziman û bîra dîrokê jî wenda dikin. Bi hêvîya ku gelê me bi kêmasî bi damezrandina înîsiyatîfên xwe li cihên xwe yên wisa dîrokî xwedî derkeve, parastina wan li ser bextê dagirkeran nehêle. Em bêjin; hetanî cihgeheke dîrokî ya din a welêt, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.