Guler ê 80 salî nayê berdan

În 18 Cotmeh 2024 - 02:30

Girtiyê nexweş Sidik Guler ê 80 salî bi hinceta ku rapora wî ya ‘kulîkemî’yê nîne 12’ê Cotmehê sewqî Girtîgeha Tîpa T’yê ya Skenderûnê kirin. Guler di nav lîsteya ÎHD’ê ya ‘girtiyên bi nexweşiyên giran’ de ye û ji 94’an û wir ve rehîn tê girtin. Her wiha berdana Kangal jî salekê hate taloqkirin.

Dewleta Tirk li bara girtiyên siyasî yê Kurd her cure exlaqê însanî betal kiriye, dijminatiyeke li derî hemû nirxên însanî û li derî her dîn û bawerî û îdeolojiyê tevdigere. Sidik Gulerê 80 salî bi hinceta ku rapora wî ya ‘kulîkemî’yê nîne, bernade.

Gelek nexweşiyên wî hene

Guler ê 80 salî ye û di nav lîsteya ‘girtiyên bi nexweşiyên giran’ ya ÎHD’ê de cih digire, ji sala 1994’an ve ji alî dewleta Tirk a dagirker ve hatiye girtin û ji bilî temenê xwe yê zêde her wiha nexweşiyên weke hipertansiyon, romatizmaya biîltîhap e û nexweşiya dil jî dil jî pê re heye. 

Guler li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê girtin û girêdayî kursî ye, nikare bi serê xwe lêzimiyên xwe bi cih bîne. 

Serlêdan hate redkirin

Şaxa IHD'yê ya Îskenderûnê, ji bo Guler di sala 2020'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da û di encama serladanê de Guler yên 29'ê Çileya 2021'ê de sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Skenderûnû kirin. Piştî  rapora ku dibêje "Tu metirsiya wê nîne ku li girtîheke ku revîr û bijîşkên wê heyî bimîne" danê, serlêdana Guler ya ji bo taloqkirina cezayî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê kirî jî hat redkirin.

Sidiq Guler, 29'ê Adara 2022'an sirgunî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatibû kirin.

Ne hazir e tevî civakê bibe

Onur Kangal jî, li gel ku cezayê wî xilas bûye, bi hinceta ‘Ne amade ye ku biçe nav civakê’ nayê berdan. Cezayê 7 sal û 6 mehan ê Kangal 7’ê Cotmehê temam bû lê dewleta Tirk bi polîtîkaya rehîngirtin, rizandin, di girtîgehê de kuştinê li ser girtiyên siyasî dimeşîne weke gelek kesan Kangal jî berneda û berdana wî salekê hate taloqkirin.

Ne poşman e

Li gorî nûçeya Rûken Polat a di MA’yê hatî weşandin, Kangal ê ku li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Kavakê tê girtin, bi biryara Lijneya Girtîgehê bi hinceta ku, ‘’Kesekî taloke ye, ne amade te tevlî nav civakê bibe’ û ‘ne poşman e’ nehate berdan. Lijneyê biryar da ku rewşa Kangal di 7’ê cotmeha 2025’an de careke din were nirxandin. Îtîraza li dijî biryarê li Dadgeriya Înfazê ya Samsûnê hatiye kirin jî hate redkirin. Li ser vê yekê parêzerê Kangal li Dadgeha Cezayên Giran a Samsûnê îtîraz kir. 

Hincetên bêbingeh

Parêzerê Kangal têkildarî mijarê wiha got: “Hincetên ji bo biryarên lijne û Dadgeriya Înfazê hatine nîşandan, bêbingeh in. Biryareke bêbingeh û razber e. Dema mirov lê dinêre dibîne ku lijne bêalî nêz nebûye. Îfadeyên muwekîlê me esas nehatine girtin û nayê zanîn bê ka biryara şênber li gorî kîjan hinceta hatiye dayin. Nehatiye eşkerekirin bê ka li girtîgehan kîjan yekîne li gorî kîjan hincetê puanan dide. Dadgeriya Înfazê jî copypasta û bi awayekî derhiqûqî biryarê dide. Divê biryara lijneyê tavilê bê betalkirin û muwekîlê min bê berdan.”  

Berdana 500 kesî taloq kirine

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji roja Lijneya Îdare û Çavdêriyê ketin meriyetê heta niha anku ji 29’ê kanûna 2020’an heta niha tehliyeya 501 girtiyan bi hincetên cuda hatin taloqkirin. Tehliyeya 501 girtiyan gelek caran salekê, 9 mehan, 6 mehan û 3 mehan hatin taloqkirin. Ji girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin 54 jê 30 salên xwe temam kiribûn û mafê wan ê berdana bi şert hebû. Ji girtiyan 73 jê jin, 105 jê nexweş û 42 jî di lîsteya girtiyên nexweşiya wan giran de cih digirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.