Gravuran, bi estetîk û çelengiya xwe gelek şêwekar di bin tesîra xwe de hiştine. Li gelek welatan bi vê şêwazê resm hatine çêkirin. Teknîkeka gravuran ya weke çapê heye û bi xeritandinê resm li ser lewheyan, ew tên çêkirin. Dibe ku ev lewhe ji dar, kevir û hesin yan jî metalên din bin. Her çiqas malzemeyên gravuran biguherin jî şêwaz her eynî ye. Şêwekarên weke Van Gogh û Monet jî di bin tesîra gravuran de mabûn û ev tesîr di hunerê wan de xwe dide der.
Hunermenda gravuran Valerie Leuth jî li bajarê Pittsburghê yê Pensîlvanyayê ji xwe re navendek vekiriye û li vê navendê bi karê gravuran re mijûl e. Wê heya niha gelek gravurên xweşik ên weke xewnan sêwirandine. Valerie Leuth gelek mijar ceribandine û xasma jî xweza pirr li pêş e di gravurên wê yên xweşik de.
Valerie Leuth got; “Ez hin caran ji menzereyekê û hin caran jî ji kulîlkekê îlhamê digirim. Hin caran jî xewnek, stranek, serpêhatiyek, rîtm û pêngavek dibe sedem ku van gravuran çêkim. Pîrrî caran jî li asîmanan dinihêrim. Ez rastî çi werim jê tiştekî derdixim û li hunerê xwe dihizirim. Dema ez van gravuran çêdikim, ji ezmûnên xwe sûdê werdigirim û zimanê xwe yê dîtbarî li ser van tecrûbeyan ava dikim.”
Valerie Leuth behsa pêvajoya çêkirina gravuran jî dike û dide zanîn ku li çêkirina wan gelek wext diçe. Pêşî ew lewheyan dixeritîne û piştî xeritandin diqede dest bi boyaxê dike. Ew gravurên xwe bi hibrê boyax dike. Ji bo vî karî bi ti awayî ji teknolojiya miodern sûdê nagire ango bi kompûteran kar nake. Her tiştî bi destên xwe çêdike. Ew bi vî awayî dikare baştir hurgiliyan li ser gravurên xwe zêde bike û gravurên wê bi vî awayî zindîtir tên xuyanê.