- Gola Sawa ya ku heta salên 1990’î jî ji bo xelkê cihekî bêhnvedanê bû, ji ber kolandina bîran û germahiyê zuwa bû.
Gola Sawa ya ku heta salên 1990’î jî ji bo xelkê cihekî bêhnvedanê bû, ji ber kolandina bîran û germahiyê zuwa bû.
Gola Sawa ya ku ava wê şor e û li wîlayeta El Musenne ya li Başûrê Iraqê ye, zuwa bû.
Bi vê yekê re li derdora wê jî ne otelvanî û ne avadaniyên tûrîstîk man.
Midûrê Departmana Hawîrdorê ya wîlayeta El Musenne, Yûsif Cebar got, gola ku berê wê 5 kîlometreyên bi çarçik bû, sala 2014’an bi temamî zuwa bûye: “Ji ber guherandina avhewayê û germa zêde gol zuwa. Musenne jixwe wîlayeteke çolistanê ye.”
Hikûmetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, sedema sereke ya zuwabûna golê kolandina bîrên qaçax e. Hikûmetê diyar kir ku herî kêm hezar bîrên wisa hene.
Ji bo ku gol bibe wekî berê jî divê êdî mûcîzeyek pêk were.
Li gorî UNESCO’yê Gola Razaza ya li Kerbelayê jî li ber zuwabûnê ye.
Latîf Dîbes 10 sal in hewl dide li bajêr hestiyariyeke ekolojîk çêke. Dîbes dibêje, di zaroktiyê de ew di betlaneyan de dihatin ber golê û wan avjenî dikir: “Ez 60 salî me û ez li ber golê mezin bûm. Min got qey ez ê beriya wê bimirim, lê ew beriya min mir.”
BEXDA