Girtina rojnamegeran darbe ye

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:10

Rêvebera ÎHD’ê Hatîce Onaran dijî destgîrkirin û girtina rojnamegerên çapemeniya azad weke ‘darbe’yê bi nav kir, diyar kir desthilat ji rastiyê ditirse û got, ‘’tecrîd rastiya civakê ye.’’

Bi çarçoveya lêpirsîna bi navenda  Stenbolê  9 rojnameger hatibûn destgîrkirin û ji wan nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat di 26’ê nîsanê de hatibûn girtin. Di dema destgîrkirin û girtinê de gelek tehde li rojnamegeran hate kirin. Li rojnameger Dal ku niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, îşkenceya lêgerîna tazî hate ferzkirin. Di heman demê de Dal ev 12 roj in di hucreyê de tê ragirtin.  

Di demeke wiha de ku bertekên li dijî girtina rojnamegeran dom dikir,li Amedê rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us hatin destgîrkirin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran got ku bi zextên ser çapemeniyê re dixwazin çavê civakê bitirsînin. 

Desthilat ji rastiyan ditirse 

Onaran, diyar kir ku desthilat bi awayekî sîstematîk rojnamegeran hedef digire û wiha domand: "Xebatkarên Çapemeniya Azad pirek e ku ber bi gel ve dirêj dibe. Ji bo civakê pir girîng in. Desthilat her demê ditirsin ku rastî derkevin holê û civak bi rastiyan bizane. Lewma her tim xebatkarên çapemeniyê hedef digirin. Ev zext her tim hebûn. Ev yek di cînayetên kiryarnediyar ên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad djî xuya dibe.”

Girtina rojnamegeran darbe ye 

Bi domdarî Onaran destnîşan kir desthilat ditirse ku pirsgirêkên civakî xuya bikin û wiha domand: “Çapemeniya Azad mijarên ku desthilat naxwaze gel bibîne dike nûçe lewma hedef tê girtin. Ji ber ku bi awayekî bêalî bi gel re parve dikin. Desthilat jî vê rastiyê weke hinceta girtinê nîşan dide. Mixabin vegotina pirsgirêkên civakî û çareserkirina wê dibe sedema girtinê. Girtina Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan, Erdogan Alayumat û rojnamegerên din darbe ye. Dal ji ber ku nûçeyên tecrîdê çêdikir lewma hate girin. Girtin û binçavkirinên li dijî Çapemeniya Azad zêde bûn. Ji ber dosya û hincetên pûç têne girtin.”

Tecrîd rastiya welêt e 

Onaran, got ku polîtîkayên tecrîdê rastiya welêt in û axaftina xwe wiha qedand: “Em civak  jî di tecrîdê de ne. Yên dibêjin ‘tecrîd tune ye’ bila li girtîgehan binêrin. Heke li girtîgehên tîpên ‘S’ û ‘Y’yê binêrin wê bibînin bê ka heye yan na. Gelo ma wê tecrîda 3 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê domandin heta kengî jinedîtî ve bên? Kes nikare van rastiyan jinedîtî ve bê. Wê rastî teqez derkeve holê. Divê ev zext û derhiqûqtiyên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad tavilê bi dawî bibin.” 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.