Girtina Alokmen êrişa li dijî têkoşîna Kurdan e

Nûçeyên Jin

În 16 Nîsan 2021 - 04:05

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik a derbarê wê de biryara  girtinê hatibû derxistin, hate girtin. 9 rêxistinên jinan girtin û bi 10 sal û 6 mehan cezakirina Hevseroka HDP'ê ya Amedê şermezar kir.

Rûniştina biryara doza derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen a bi hinceta ku sala 2012’an Hevseroka Sendîkaya Tenduristî û Kedkara Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Amedê bû, tevlîbûna çalakî û aktivîteyên sendîkayê û bûna delegeyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû vekirin, pêr pêk hat.

Heyeta dadgehê derbarê Alokmen de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ cezayê 7 sal û 6 meh ê dayî, kir 10 sal û 6 meh, derbarê wê de biryara girtinê derxist.

Piştî biryara girtinê hate dayîn, Alokmen li navçeya Mêrdînê Stewrê dema diçû serdana malbatê, ji aliyê polêsan ve hate girtin.

9 rêxistinên jinan li pişta Hulya ne 

9 rêxistinên jinan destgîrkirin û bi 10 sal û 6 mehan cezakirina Hevseroka HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hûn ne Hulya Alokmen û ne jî me jinan bi zext, kirina nezaretê û girtinan nikarin çavtirsandî bikin.

Em xweş pê dizanin ku ev êriş, êrişên li dijî jinan, destketiyên wan in, parçeyek ji polîtîkayên dijminatiya jinan û Kurdan in. Êriş li ser xeta azadiya jinan a HDP'ê, li ser hevseroktiyê û rêgeza temsîliyeta wekhev e. Êriş her wiha parçeyek ji polîtîkayên tolhildanê yên li dijî têkoşîna azadiya Kurdan e. Lê êrişên beleheq in!'' 

9 rêxistinên jinan ev in; Meclîsa Jinan a HDP'ê, KCD'ê, Kogreya Civakên Demokratîk, DBP'ê, Rizgariya Jinan, Endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst, Meclîsên Jinên Sosyalîst, Partiya Vejîna Sosyalîst û Jinên Kesk.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.