Girtin, berdan, dîsa digirin!

În 19 Tebax 2022 - 22:36

  • Piştî berdana sê girtiyên Behdînanê, careke din biryara girtina wan hat dayîn. 

Piştî berdana sê girtiyên Behdînanê, careke din biryara girtina wan hat dayîn. Dadwer got, ew bi xeletî hatine berdan û biryara bi şert berdanê ji bo wan nîne.

Ji Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê, kesekî ji Rojnewsê re got, girtiyên Behdînanê Şêrwan Teha, Mesûd Şengalî û Bêrîvan Eyûb berê hatibûn berdan; lê niha ji nû ve biryara girtina wan hatiye dayîn. Çavkaniyê gotiye, “Dadwer diyar kir ku Şêrwan Teha, Mesûd Şengalî û Bêrîvan Eyûb, mijara wan a bi şert berdanê nîne, ji ber vê yekê her sê kesên hatine berdan, divê ji nû ve bên girtin.”

Dadgeha duyemîn a Hewlêrê 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Şêrwan Teha û 3 sal û 6 meh cezayê hepsê li Mesûd Şengalî birîbû. Piştî Dadgeha Temîzê ya Herêmê cezayê wan daxist 2 salan û bi şert serbest berdanê, piştî salek û 6 mehan di 14’ê Nîsanê de hatin berdan.

Bêrîvan Eyûb ku yek ji girtiyên Behdînanê bû di 10’ê Adarê de piştî du sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn, bi biryara Dadgeha Ketnî Yek a Hewlêrê hat berdan û her sal sê meh cezayê wê dihat kêmkirin. 

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.