Girtîgeh bûne navenda êşkenceyê

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:09

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê amade kiriye aşkere kir. Di raporê de hate ragihandin êşkence li girtiyan tê kirin,dirûşma nîjatperestiya Tirk bi dengê bilind tê gotin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê qewimîne, li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê bi civîneke çapemeniyê aşkere kir.

Dirûşma nîjatperest

Rapor di çarçoveya agahiyên ku di encama hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê tên ragirtin re de hate amade kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku li girtîgehê hejmartina ser piyan, meşa yek rêzî tê ferzkirin, dema hatin û çûyina nexweşxanê de li nav devê girtiyan digerin, bikaranîna nasnameya girtîgehê daye girtiyan hatiye ferzkirin, girtiyên ku naxwazin nasnameyê bikarbînin sê mehan “qedexeya aktîvîteyê” hatiye dayîn, gardiyan mûmaleya keyfî li girtiyan dikin. Di raporê de hate diyarkirin dema ku îşkence li girtiyan tê kirin dirûşma “Welat parçe nabe” hatiye berzkirin. 

Êşkence li 11 girtiyan kirin

Di beşekî raporê de agahiyên wiha hatine dayin: “Hate diyarkirin ku di sibeya 4’ê adarê de gardiyanan bi gotina ‘hejmartin heye, lêgerîn heye’ ketine qawişan, dolab belavkirine, pirtûk û tişt avêtine erdî û 11 girtî derb kirine. Hate diyarkirin ku girtî xistine odeya yek kesî, li vir dîsa hatine derbkirin, li korîdor û hewşên qawişan kamera hebûne, birûyên wan teqiyan e û parsûyên wan werimîne, gardiyanê ku weke sergardiyan dizanin û gardiyanekî din provokasyon kirine û berpirsyarên îşkenceyê ne, van her du gardiyanan bi hedef nîşandanekê bizanebûn 11 girtî îşkence kirine, li dijî yek ji girtiyan Y.A. ji korîdorê dest bi îşkenceyê kirine, di wê kêliyê de gardiyanekê jê re gotiye ‘ li vir kamera heye lênexin, em bibin odeyê em ê li wir lêxin’; girtiyê ku ji odeyê birine li A Blokê xistine hucreya yek kesî, di hucreyê de 3-4 gardiyanan îşkence domandiye, li A Blokê kesên ji tiryakê hatine girtin hebûne, van girtiyan di wê kêliyê de dirûşma ‘Şehîd namirin, welat parçe nabe’ berz kirine û gotine ‘deriyan vekin, em ê li van binêrin.’’

Mieyeneya bi kelepçe

Her wiha hat gotin,’’Di 23’yê sibatê de li 4 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê hatine sewqkirin, lêgerîna tazî hatiye ferzkirin, R.Î. û H.M. rastî îşkenceyê hatine; hestiyê berçavê H.M. şikestiye, bi darê zorê li ser linga maye, rewşa wî cidî bûye, bi şev birine nexweşxaneyê, rapor wergirtine, leşkeran di dema mûayeneyê de kelemçe dernexistine, bijîjk bêyî ku mûayeneyeke baş bike rapor amadekiriye, dema çûne nexweşxaneyê di rê de her tim stranên nijadperest pê dane guhdarkirin; gardiyanên ku êriş kirine xeberên nijadperest û heqaret kirine, yek ji gardiyanên êriş kiriye pişt re çûye odeya wan û gotiye ‘vî rûyî ji bîr nekin.’’

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.