- Nûsîwte le mer îşî ew biraderane, min ke lewê bûm lew barewe qiseman zor kird, nemantuwanî rêgayek bidozînewe.
Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(131)
Rojî 18 / 12 / 1969 nameyekî dirêjim bo Hemedemîn nard:
"Biray berêzim kak Fatîh (ew dem Hemedemîn nawî Fatîh bû) namey 29/11-im pê geyişt. Nûsîwte le mer îşî ew biraderane, min ke lewê bûm lew barewe qiseman zor kird, nemantuwanî rêgayek bidozînewe. Lam waye eger lewê bimênnewe û regel şer û hellay Iraq dijî mela Mistefa nekewin zor başe. Eger tê werbidrên diyare zor cêgay daxe. Belam wa diyare nek her neparêzrawin belkû toşyan tê werdawe. To mawey dû sal xot le jûrêk da melas da bû û xot lewe deparast ke tûşî ew bezme nebî. Xo eger wîstbat legel Dr. Celal (Kuruş Laşayî) wutuwêj bikey îtir dû sal xo mat kirdint boçî bû? Xo zor baştir bû biçî mîwanî xawen maleke bî (mebest hukûmetî Iraq e; H.Q.) ew dem dijî ewe bûy, detgut ewan pirs be destey Celal deken. Çûy legel nokerî nokeran wutuwêjt kirdwe. Nazanim ewan çî yan pê dekrê le cinêwdan û bê heyayî ziyatir? Legel hêndê berela qiset kirduwe ke karyan her cinêwdan be Hîzbî Şîw'î û Yekêtî Sovêtî û xelkî dîkeye. Ne hîçyan kirdwe ne hîçyan pê dekrê.
Xot dezanî min hemîşe dijî pêwendî û hawkarî legel em taqme Iraniye bûm ke xoyan hawîştote amêzî Mam Celal û le jêr sêberî ew da laqî xelik degrin. Lam waye ewane ne êsta û ne le duwa roj da le Iran da gul naken. Her ew rêgayeyan le bere ke taqmî 'Ezîz Elhac girtye ber.
Renge bilêy lew wez'e da teklîf çiye? Be lay minewe bo însanî siyasî ew meselane dêne pêş. Siyasiyek debê zor dûrtir û qultir bîr bikatewe.
Pêwendî legel taqimî Iranî ke le amêzî Mam Celal dan, yanî dûrî le hîzbî komonîstî Iraq ke be qazancî cûlanewey rizgarîxwazî ême nye. Pêwendî legel ewane bo dabîn kirdnî çend hevalêk yanî çûne nêw zelkawî oportunîstî ta milan. Taze boçî debê her kesêkî rast bowe sewdaman pê bika û be dû beyannamey xwêrî çawman binûsênin. Siyaset qort û şikanî têdaye. Kesêk serdekewê ke nepoşekê [nepeşokê, H.Q.] û bay re gwêyan nekewê. Be kurtî min legel pêwendî û wutuwêj legel ew taqme muxalîfm. Kak Hesen [Qizilcî, H.Q.] îş muxalîfe. Belam ew zorî pê xoşe xot serbest û serbexo wêray pêwendî legel hîzbî komonîst kar bikey... "
Rêberayetî Hîzbî Tude nek her bo yarmetî biraderan û be cê geyandinî qewl û qerarekanyan hengawyan nehawîşt, belkû kewtibûne pelp û biyanûş... Rojêk le pir nameyekyan bo radyo nard bû ke goya beşî Kurdî Peykî Iran hukûmetî Iraqî pelamar dawe, le katêkda sirif diro bû. Kak Hesen Qizilcî gutî: “Ewe seretay pelp û biyanûwe. Piyaw eger be destî xoy pet bikate milî xoy awa debê. Kak 'Elî Gelawêjîşyan bew biyanûwe derkird goya mela Mistefa riqî lêyetî".
Gutim: Be cehendem le xulam dewê lêre derm biken û necatim bê biçmewe nêw biraderan. Lew beyne da meseley girîng bû be pasportî Hemedemîn. Roj nebû name nenûsê ke pasport çî lê hat. Pasport be dest biraderî Iraqyewe de qole kewtibû, biraderanî çekdar tûşî Bekreco bibûn û cema'etî Tûdey Înqîlabî kewtibûne nawyan.
.... Ew destey le Iran legel kak Hemedemînî Sîracî û kak Simaylî Şerîfzade û kak Suleymanî Mu'înî le xebatî çekdar da bibûn û paş şikan çûbûne Bekreco lay Mam Celal gîrsabûnewe paşanîş hatbûne nawçey koye ...
.... Paşan bo nûsînî pêrew û programî hîzb komîsyonêk le Dr. Qasimlû, Kerîmî Hîsamî, Hemedemîn Sîracî û Mela 'Ewlay Heyakî diyarî kira.
Le ser pêwendî legel 'Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûdey Iran' le nêw komîtey katî [serkirdayetî HDK] nakokî tund hebû. Min be tenya dijî ewe bûm ke legel çend kesî be naw 'Sazmanî Înqîlabî' pêwendîman hebê ke dijî hemû hîzb û rêkixrawêkî pêşkewtinxwaz bûn û bîrubawerî ajaweçêtî Maoîstîyan bilaw dekirdewe. Dr. Qasimlû legel Hemedemîn Sîracî layengirî ewe bûn ke legel ewan pêwendîman hebê. Min be tundî ram geyand ke eger pêwendî û hawkarî legel ew sazmane bikeyn min le hîzb da namênim. Axrekey hatîne ser ewe ke Hemedemîn car û bar biyan bînê û her meseleyek bête gorê ke pêwendî be hawkarî legel ewanewe hebê, Komîtey Serkirdayetî ko bêtewe û biryarî le ser bida.
hawjînî yay Xecîc le Stockholm
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (279)
21 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (278)
14 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (277)
7 hezîranê