Gerîlayan 9 dagirker kuştin

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 01:56

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Botan û Zapê 9 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi tank û çekên giran bombe kir. Di heman demê de li pêşiya çeperên berxwedanê yên gerîla lastîk şewitandin û dûyê bi jehr şandin nava çeperên berxwedanê."

HPG´ê wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

 

Li Botanê

13'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Hirmo yê herêma Cûdî ya Botanê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me artêşa Tirk a dagirker xistin bin kontrola xwe. Dagirkerên ku hewl dan li gel xayinan xwe bigihînin nuqteyên gerîla yên berê, 15'ê Mijdarê li nuqteya Şehîd Şayan ketin xefikê û bi sabotajê li wan hate xistin. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de bi sabotajê li dagirkerên li Girê Şehîd Firat hate xistin û dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran piştî çalakiyan kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji herêmê birin. Ev çalakî ji bo silavkirina berxwedana hevrêyên me yên li tunelên şer, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

 

Li Zê (Zapê)

13'ê Kanûnê saet di 11:00 de li nehiya Şêladizê ya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê hate xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

13'ê Kanûnê saet di 11:30'î de li qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, li hemberî dagirkerên li dora çeperên berxwedanê yên gerîla, tîmên me yên bi tevger çalakiyeke gerîla ya koordîneyî lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi sekvaniyê û çekên giran 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.