Gerîla Şengal kir hêz

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:19

  • Endama Meclîsa Gel a Xanesorê Nûrê Şengal bi wesîleya salvegear 6’an a rizgarikrina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê got, "Em ê heta dawiyê xwedî li vê xakê derkevin." 

BÊRÎVAN KERÎM / ANF/ŞENGAL

Endama Meclîsa Gel a Xanesorê Nûrê Şengal bi wesîleya salvegear 6’an a rizgarikrina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê got, "Em ê heta dawiyê xwedî li vê xakê derkevin." 

Salên 2014-2015'an dema ku li dijî DAIŞ'ê şer dihate kirin li Şengalê 2 hêzên berxwedanê hebûn. Gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên YJŞ-YBŞ'ê. Hêza duyemîn a li qada şer jî dayikên Şengalî bûn ku piştgirî didan şervanan. Nûrê Şengal jî yek ji wan dayikan e. Ew endama Meclîsa Gel a Xanesorê ye jî.

Nûrê Şengal sala 2014'an dema ku çeteyên DAIŞ'ê êriş kirin, mîna her kesî ji bo nekeve destê DAIŞ'ê hewl da biçe Başûrê Kurdistanê. Nûrê Şengal got, "Dema ku êrişa DAIŞ'ê dest pê kir, li Rabîayê em li nava baxçeyê xwe bûn. Serê sibehê me dengê çekan bihîst. Me rahişt zarokên xwe. Tevî çend malbatan em çûn Başûrê Kurdistanê. Nêzî rojekê em meşiyan. Li kampên Başûr man. Hevserê min ji bilî Şengalê li cihekî din nikarîbû bima. Lewma vegeriya Şengalê û tevî gerîlayan şer kir. Piştî ku rê vebû ez jî tevî zarokan vegeriyam Şengalê."

Konê wê li welatê wê keleh bû

Ew wiha di dewamê de behsa hingê dike: "Dema em vegeriyan, şer hîna dewam dikir. Ji ber vê yekê, em çûn quntara çiyê. Gerîlayan ji bo me konek vedabû. Wê demê dilê min rehet bû. Ji ber ku li xaka xwe bûm, ev kon ji bo min mîna kelehê bû. DAIŞ wê demê hîna li hin gundan hebû. Gerîlayan gelekî alîkarî dida me. Piştî ku me ew nas kirin, me rêya rast nas dikir. Bi vî rengî me fikra Rêber Apo nas kir."

PKK´ê nîşan da ew ê çawa bibin hêz

Ber bi dawiya sala 2015'an ve gerîlayên HPG û YJA Starê çeteyên DAIŞ'ê têk birin. Nûrê Şengal, şahidî ji dema rizgarkirina Şengalê re kir, û dibêje, "Li aliyekî gerîlayan şer dikir, li aliyê din jî me jî xwarin ji wan re amade dikir. Em dayik li hev kom dibûn, di beroşên mezin de me xwarin çêdikir û dibir çeperan ji şervanan re. Şer gelekî giran bû, lê belê ji ber ku em bi şervanên xwe re bûn, gelekî bi moral bûn û ew kêlî ji bo min ji niha xweştir e. Em gelekî kêfxweş bûn, ji ber ku azadî ne gelekî dûr bû. Carna em diwestiyan, lê belê dema ku me şervanên xwe didîtin, ew rewşa westiyayî nedima. Me digot, van şervanan canê xwe ji bo me da, xwîn di ber me re rijand, çi ji destê me bê, em ê bikin.

Berê em gelekî ditirsiyan, lê belê piştî gerîla, me tirs têk bir. Em hîn kirin ku xurt bin. Me dayikan wê demê biryar da; em ê li ber xwe bidin, heger pêwîstî pê hebe, em ê rahêjin çekê û xwe biparêzin. Gerîlayan ji me re digot, heger hûn bitirsin wê careke din ferman li we rabe. Keça min wê demê tevlî nava refên YJŞ'ê bû. Gelek kesan ji min re got, keça min piçûk e, lê belê min ji wan re digot, destûrê bidin, bila hînî xweparastinê bibe û bi vî rengî dema ku mezin bû ferman careke din lê ranebe, ku karibe xwe biparêze. Dema ku Şengal hate azadkirin em li çiyê bûn. Gerîla hatin gel me û ji me re gotin, Şengal azad bûye. Em gelekî kêfxweş bûn, me şahî li dar xist."

Li xaka xwe vegerin

Nûrê Şengal  bang li Êzidiyên li derveyî Şengalê kir da ku li xaka xwe vegerin: "Şengal ji berê xweştir e. Rêveberiya Xweser hate avakirin. Me meclîs û saziyên xwe ava kirin. Ez jî tevlî nava karên meclîsê bûm. Heger Êzîdî hemû li xaka xwe vegerin Şengal wê xweştir bibe."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.