Gerîla parêzvanên Kurdistanê ne

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:05

  • Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê ku 19-20’ê Mijdarê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker operasyon li dar xistin, pîroz kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir û got: "Ji ber çalakiyên serketî di serî de em fermandar û gerîlayên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin." Di daxuyaniya bi sernavê "Ji fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê re" KCK´ê got, "Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji raya giştî re ragihand ku gerîlayan di 19 û 20’ê Mijdara 2023’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û herêma Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên berfireh lidar xistine û gelek çeperên dijmin hatine rûxandin û bi dehan dagirker hatine cezakirin. Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi van çalakiyan derbeke pirr giran û şikestinê li artêşa qirker û dagirker hatiye xistin. Em van çalakiyên serketî bi taybetî li fermandar û şervanên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û van pîroz dikin. Silav, hezkirin û rêzdariya xwe tînin ziman. Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî pîroz dikin.

Gerîla rê nadin dagirkeriyê

Heval Andok, Ciwan û Egît ku di van çalakiyan de li eniyên pêş şer kirin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, şehîd bûn. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê di şexsê van her sê hevalên xwe yên fedayî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bibîranînên wan ditewînin û careke din soza xwe ya girêdana bi şehîdan re nû dikin. Bêguman şehîdên me afirînerên resen ên gelê Kurd û doza azadiya Kurdistanê ne. Divê gelê me û dostên me bi hevrê Andok, Ciwan û Egît serbilind bin û bibîranînên wan di asta herî jor de biparêzin. Ew kesayetên Apoyî yên nemir in ku ji bo azadiyê bê dudilî xwe feda kirine û bûne hevrêyên Erdal û Rojhatan. Gerîla bi vê derba giran, careke din îsbat kir ku ew şervan û parêzvanên Kurdistanê yên bêhempa ne û rê nadin dagirkeriyê. Şerê gerîla yê li dijî artêşa dagirker, parastina Kurdistanê ye. Gerîla bi ruhekî fedayî Kurdistanê li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê diparêze. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz bi piştgirî û beşdarbûna vê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê têkoşînê xurtir û berfireh bike.

Girîng û watedar e ku ev çalakî bi boneya 45’emîn salvegera damezirandina partiya me PKK’ê tên lidarxistin. Bi vê boneyê em 45’emîn salvegera damezrandina partiyê li tevahiya fermandar û şervanên HPG û YJA Starê bi taybetî hevalên me yên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê û qada Metîna pîroz dikin û di sala 46’an a têkoşîn û berxwedana wan de serketinên mezin dixwazin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.