Gerîla li Zê Newroz pîroz kir

În 22 Adar 2024 - 02:45

  • Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li Zê roja 19’ê Adarê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok pêkanîn. Di operasyona şoreşgerî de 41 dagirker hatin kuştin, gelek çek û amûrên leşkerî hatin desteserkirin û tinekirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zê bi lêdana dagirkeran Newroz pîroz kirin. Gerîlayan Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok pêkanîn. Di vê operasyona şoreşgerî de 41 dagirker hatin kuştin, gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî hatin desteserkirin û tine kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê operasyona şoreşgerî de ev agahî dan:’’Meşa serketinê ya pêngavî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê dewam dike. Gerîlayên me, cejna Newrozê ku cejna vejîn û berxwedanê ye, bi rihê hevrê Mazlûm Dogan ku Kawayê Hemdem e, pêşiwazî dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji hewayî serketinên mezin pêkanî û di Newroza 2024’an de ev diyarî gelê Kurd kir, ji bejahî jî 19’ê Adarî bi operasyona Şoreşgerî derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist û cejna Newrozê ya gelê me yê welatparêz pîroz kir.

Taktîk û teknîkeke taybet 

Roja 19’ê Adarê gerîlayan li dijî 3 baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, di saet 09.25’an de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok hate pêkanîn. Operasyona Şoreşgerî bi taktîk û teknîkeke taybetî bi însiyatîfa hêzên me de destpêkir û destpêkê dagirkerên li girê Şehîd Cemre hatin hedef girtin. Di lêdana destpêkê de, 2 konteynir, konek û çeperek hatin tinekirin, 15 dagirker hatin cezakirin û 9 dagirker jî birîndar bûn. Piştî vê lêdanê dagirkerên li girê Şehîd Cemre bi bandor hatin hedefgirtin. Di lêdana baskên operasyona şoreşgerî de, 2 dagirkerên din hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. 2 çeper û çekeke bombeavêj a bi zincîr hate tinekirin. 

Ji 4 baskan lêdan

Dagirkerên li girê Şehîd Cesûr bicîh bibûn jî, ji çar milan bi bandor hatin lêdan. Li vir bi giştî 24 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Hêzên operasyona şoreşgerî çên ser cinazeyê 7 dagirkeran û dest danîn ser çekeke B7, çekeke BKC, 150 gulle û zincîra wê, dûrbîneke rojê, xalnîşandêrekê, sîstemeke deng, lepikek, 2 batariyên termal û adaptorek û 2 kamerayan. Hêzên me yên ku dest danîn ser çeka B7 û bi wê çekê li dagirkeran xistin. Bi vê çeka dagirkeran panzerek hate derb kirin. 

Dagirkerên li girê Şehîd Pîrdoxan bi çekên ferdî û nîv otomatîk, bi bandor hatin hedefgirtin. Di lêdana hêzên me de kamerayeke mobesse û 3 projektor hatin tinekirin. Dagirkerên ku li vir dixwestin bi wesayîtên zirxî dest li çalakiyê werdin, ji aliyê hêzên me hatin hedefgirtin. Wesayîtên ku hatin derbkirin, neçar man ji qadê birevin. 

2 gerîla şehîd bûn

Di operasyona şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok de, bi giştî 41 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn. Ji ser dagirkeran çekeke B7 a roketavêj, çekeke BKC ya nîv otomatîk, zincîrek û 150 guleyên wê, dûrbîneke rojê, xalnîşandêrek, coteke lepik, 2 bataryayên termal û adaptorên wê, 2 kamerayan rakirin. Çekeke bombeavêj a bi zincîr, çekeke MPT-55 a ferdî, 7 kamera, 12 kamerayên mobesse, 8 projektor, 7 çeper, 3 konteynir, 2 kon û radarek jî hatin tinekirin.

Di vê operasyona şoreşgerî de, hevrêyên me Ekîn û Canşêr ku bi rihê Newrozê bi ser dijmin de çûn, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi gelê me yê welatparêz û rayagiştî re were parvekirin. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.