Gerîla li Xakurkê 4 dagirker kuştin

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:15

  • Gerîlayên YJA Starê li Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kir. Di çalakiyê de 2 mewzî hatin rûxandin, 4 dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayên YJA Starê li Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kir. Di çalakiyê de 2 mewzî hatin rûxandin, 4 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê got, ‘’Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de; 21’ê Kanûnê saet 15:40’an li Girê Şehîd Axîn ê Xakurkê, hêzên me yên YJA Starê ji du baskan ve bi koordîneyî li 2 kozikên dagirkeran xistin. Di encama derbên serketî de 2 kozikên ku bûbûn hedef hatine rûxandin û bi kêmanî 4 dagirker hatine cezakirin.

20’ê Kanûnê saet 14:30’an li herêma Garê qada Kafya û saet 15:00’an qada Kunîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

18’ê Kanûnê saet 18:30’an qada Beşîlî ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.’’

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.