Gerîla li dijî kîmyabaranê li ber xwe dide

În 6 Gulan 2022 - 21:39

  • Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, droneyeke PDK'ê jî hate xistin. 

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, droneyeke PDK'ê jî hate xistin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

"Li herêma Zê (Zapê);

5'ê Gulanê saet di 15:15'an de li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn, hêzên me ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.

5'ê Gulanê saet di 12:00 û 13:30'î de li dijî hêzên li Girê Şehîd Armanc ê li Qada Berxwedanê ya Çiyareş, hêzên me du caran çalakiyên sekvaniyê li dar xistin û di encamê de 2 dagirker kuştin.

5'ê Gulanê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan. Bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin, xistin.

4'ê Gulanê saet di 01:30'î de 2 helîkopterên ji ser deverên kontrola PDK'ê re derbas bûn û xwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro bibarînin, ew bûn hedefa hêzên me. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin.

5'ê Gulanê saet di navbera 13:30-12:30'î de li hemberî çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şahîn û Kurêjahro bombardûmaneke giran bi çekên kîmyewî hate kirin. Heman rojê li Qada Berxwedanê ya Karker bi teqemeniyan û çekên kîmyewî bombe li çeperên şer ên il Girê Şehîd Cûdî û Girê Ortê hatin barandin.

PDK bi droneyan kete şer

4'ê Gulanê saet di 17:30'î de ji baregeha PDK'ê ya li nehiya Bakirman a navçeya Akrê, droneyek hate rakirin û ber bi nuqteyên gerîla yên li herêma Garê ve hate şandin. Ev droneya ku ji bo keşfa leşkerî hate şandin, ji aliyê hêzên me ve hate xistin. Cihê ku ev drone lê hate xistin,

5'ê Gulanê sate di 04:00 de bi balafirên şer ên dewleta Tirk ve du caran bi rengekî giran hate bombekirin."

HPG´ê da zanîn ku dewleta Tirk bi kîmyabaran û bombebaranê êrişên dijwar li dijî Zê û Avaşîn dewam dike û berxwedana gerîlayan li dijî van êrişan û êrişên di erdê re dewam dike.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.