Gera Zagurskiy û Kurdên Ahiskayê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Cotmeh 2021 - 01:02

DÎCLE MUFTUOGLÛ / MA/AMED

Di gera 1872'yan a Ahiskayê ya zimzanzanê rûs L. P. Zagurskiy de, behsa Kurdan tê kirin.  Dr. Îsmet Konak û lêkolîner Nîhat Oner bi gera Zagurskiy daketine. 

Zimannasê Rûs Zagurskiyê sala 1872’yan diçe Ahiskaya Tîflîsê. Di vê gera xwe de derbarê Kurdan de hin agahiyên hêja dide. Zagurskiy, di vê gera xwe de derbarê eşîrên Kurdan ên li vira, derbarê baweriya wan û zimanê wan de agahîne girîng parve dike. Di gerê de behsa Smaîlî, Cûnûkî û Zazayan tê kirin. Dr. Îsmet Konak û Nîhat Oner, lêkolîna xwe ya li ser belgeya Rûsî bi Ajansa Mezopotamyayê re parve kirin. 
 
Gelo mirov wan daxilî kîjan milî bike? 

Nîşeyên gera L. P. Zagurskiy, di sala 1873'yan de di kovara bi navê "Îzvestiya" de hatine weşandin. Zagurskiy, di gera xwe de Kurdên li Ahiskayê senifandine û pirsiye: "Gelo divê mirov Kurdên Ahiskayê daxilî nav kîjan milê gelê Kurd bike? Gelo mirov wan daxilî hêla Rojhilatê ya bi zaravayê Kurmancî diaxive bike yan jî daxilî hêla Rojavayê ya bi zaravayê Zazakî diaxive bike ku ev hêl ji bo zimannasan cihê balkişandinê ye?" Bê guman ev pirs, daneyeke kêrhatî ye ji bo binavkirina dînamîkên Kurdî ku bê di dîrokê de çawa hatine binavkirin.
 
Mele Ûsivê Smaîlî alîkariya wî dike 

Ji ber ku Zagurskiy gera xwe havînê kiriye, di warê xwegihandina Kurdan de zehmetî kişandiye. Ji lewre Kurd van çaxan berê xwe didin zozanan. Zimannasê Rûs, ji ber vê diçe cem Waliyê Tîflîsê K. Î. Orlovskiy û amîrê mulkî yê uzeydê Ahiskayê M. Î. Nevtonov. Doza alîkariyê li wan dike. Lê yê aliyê wî dike Kurdekî ji gundê Çoldayê ye. Mele Ûsiv Modzxêrî ku ji eşîra Smaîliyan e, alîkariya Zagurskiy dike. Ji bo smaîliyan em di vî warî de li deriyê lêkolîner û çîrokbêj Ayhan Erkmenê ji eşîra Smailiyan dixin. Erkmen, bilêv dike ku eşîra Smaîliyan şaxeke eşîra mozdxêrîyan e û kalê wan ê mezin Mele Ûsiv di dawiya sedsala 19'an de koçî gundê Karatavûk ê Qersê kiriye û piştî wextekê jî zarokên wî hatine li Bazarcix a Dîgor a Qersê bi cî bûne û neviyên wî niha li vê derê ne. 

Kurdên Ahiskayê: Smaîlî û Cûnikî 

Zagurskiy, radigihîne ku Kurdên Ahiskayê bi pirranî li jora Çemê Kûrayê, li dor Çemê Ûrabelkayê û nêzî Şikefta Vardziyayê dijîn û têkildarî eşîran de jî van agahiyan radigihîne: "Kurdên Ahiskayê dibin du beş: Smaîlî û cûnûkî (A rast cûnkan. Peyva cûnkan, di asasê xwe de pirjimariya peyva cûnkiyê ye). Li Uzeydtê hin eşîrên Kurd ên din jî hene. Mesela redkî, giyartûrî, celalî, kurdikî. Lê belê ev Kurd bi pirranî ji gûberniyaya Êrivanê ji bo şivantiyê hatine van deran. Lewma mirov nikare wan daxilî nav kategoriya şêniyên daîmî yên uyzedê bike." 
 
Ferhenga bi Kurdî û pirtûkeke piçûk ya rêziman 

Zimannas Zagurskiy, paşê di warê ziman û baweriya Kurdan de hin malûmatan ji Mele Ûsiv werdigire.

Zagurskiy, radigihîne ku Kurdên Ahiskayê henefî ne û ji bo zimanê eşîran jî van malûmatan radigihîne: "Me teqez kir ku Smaîlî û Cûnûkî, bi Kurmancî diaxivin. Smaîlî li gor Cûnûkiyan bêtir ev zarava parastine.

Cûnûkiyên ku li herêmeke belawela dimînin û dora wan bi komên Tirkî dorpêçkirî, ev zarava baş neparastine.

Zimanê wan ê rojane, bi awayekî leksikolojîk di bin bandora Tirkî de maye. Me bi piştgiriya Mele Ûsiv Modzxêrî ferhengeke Kurmancî ya piçûk û pirtûkeke piçûk a rêzimanê amade kir. Em bi vî awayî leqayî formên zimên ên di tekstên Peter Lerchî de tine ne hatin. Li gor agahiyên ku me wergirtin, eşîra ku bi awayekî xwerû bi Kurmancî diaxive, eşîra Redkiyê ye ku li quntarên Çiyayê Agiriyê dijî. Zimanê Redkiyan pir kêm di bin bandora Tirkî û Kurdî de maye. Her wiha li gor malûmatên li ber destê me, di nav sînorên Rûsyayê de Kurdên bi Zazakî diaxivin tine ne." 
 
Kurdên Ahiskayê tên sirgûnkirin 

Kurdên Ahiskayê ku qismek wan koçî sînorên Osmaniyan kirin û qismek wan jî li hêla Rûsyayê man, di 1944'an de hatin sirgûnkirin. Di 14'ê Mijdara 1944'an de rêvebiriya Sovyetê pirraniya Kurd, Tirk û Hemşîniyên li bajarên Ahiska, Ahilkelek, Aspînza, Adîgun û Bogdanovkayê diman (tê texmînkirin ku 86 hezar kes bûne) sirgûnî Qazaxîstan, Qirgizîstan û Ozbekîstanê kirine. Smaîlî jî di nav van Kurdan de bûne. Di vî warî de Ayhan Erkmen, van malûmatan radigihîne: "Pirraniya Kurdên li Ahiskayê di dema Stalîn de sirgûnî bajaroka Issik a Almataya Qazaxîstanê hatin kirin. Li vira, li dor gundê Karaseyê dimînin. Heya çend sal berê jî yek ji rûspiyên gund Mele Rizgo bû. Ew bi xwe neviyê Mele Alî ye. Yanî piştî ku Mele Ûsiv ji Çoldayê derket, meletî ji biraziyê xwe Alî re hişt." 
 
Çavkanî: Izvestiya Kavkazskogo Otdela Imperatorskogo Russkogo Geograficheskogo Obshchestva, Tom II, Tipografiya Gruzinskogo Izdatels'kogo Tovarishchestva, Tiflis 1894. s. 52-63. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.