Georg Baselitz; dinyayeke serobino!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Îlon 2024 - 17:30

  • Hin şêwekar bi şêwaz û kompozisyonên cihê nihêrîneke nû bi xelkê re ava dikin. Georg Beselitz jî bi fîgûrên serjêrkî behsa dinyayeke serobino dike. Xebatên wî di heman demê de bi wêranbûn û hafizeya civakê jî dadikevin.

Şêwekar û peykersazê Elmanî Georg Baselitz ku di berhemên xwe de gelek caran razberiyê red dike, berê xwe nade siberojê û dibêje; “Fikra ‘nihêrîna li siberojê’ pirr tewş e. Piştî demekê min ferq kir ku divê mirov tim li rabihuriyê vegere û li wir binihêre. Ev yek baştir e ji nihêrîna li siberojê.” Georg Baselitz yek ji wan hunermendan e ku piştî şer li hunerê vegeriyaya û di vî warî de gelek resm û peyker hilberandiye. Ji lewma xebat û teknîkên wî travma û hafizeya şer rave dikin. Ew dixwaze di xebatên xwe yên hunerî de rasterast peyama xwe bide û li ser van hestan hûr dibe.
Georg Baselitz her wiha di bin tesîra bizava Ekspresyonîzma Elmanî de maye ku ew ji hêla Naziyan ve qet nedihat hez kirin û dijminê vê bizava hunerî bûn. Ji bo Baselitz fîgûrê insanna girîng in û di navenda berhemên wî de tim insan hene. Lê dinyaya ku ew disêwirîne û derdibire ne dinyayeke aram e. Mirov dikare bibêje ew di xebatên xwe de her tiştî serobino dike.  Ji xwe gelek resmên wî jî serobino ne ango fîgûrên wî bi serjêrkî hatine sêwirandin. Nexasim jî di xebatên wî yên ku piştî salên 1969’an çêkirine de ev serobinobûn bi awayekî şênber xuya dibe. Wî bi vî awayî xwest bîner bi awayekî din li hin mijaran bifikirin û gelek resmên ku fîgûrên wî serjêrkî hatina çêkirin hene.

Wêranbûn û resmên serjêrkî
Geoge Baselitz ji ber ku Şerê Cîhanê yê Duyem dîtiye û gelek serpêhatiyên wî çêbûne, di xebatên xwe de her tim bala wî li ser mefhûma “wêranbûn”ê ye. Ji bo vê rewşê bide famkirin di hevpeyvîneke xwe de dibêje; “Ez di nav pergal, menzere û civakeke wêranbûyî de hatim dinyayê. Min nexwest ji nûve pergalekê ava bikim; ez hay ji pergala heyî hebûm û di ferqa gelek tiştî de bûm. Ji lewma gelek pirsên min hebûn û ji nûve min li hin tiştan kola. Diviyabû min hin tiştên nû biceribanda.”  Baselitz tiştên ku digot di siberojê de pêk anî û di şêwekariyê de qalibên heyî bikarneanî, yanî wî bi afirîneriya xwe rêgezên nû ava kir ji bo şêwekariyê û bi nihêrîneke cuda li hin meseleyan nihêrî. Resmên wî yên serjêrkî nîşaneya vî tiştî ne û lêgerîna wî ya di warê şêwekariyê de rave dikin. Ji lewma ew reng û formên cuda bikartîne ji bo resmên xwe yên serjêrkî hatine çêkirin.

Dîrokeke kolektîf jî rave dikin
Kurator û hevalê Baselitz, Norman Rosenthal dide zanîn ku ew hunermendekî wisa ye ku tim li tiştên nû digere û got; “Ew bi lêgerîna tiştên nû ruhê xwe yê ku li pey afirîneriyê digere jî nîşanî me dide. Nexasim jî berhemên wî yên ku di nav deh salên dawî de çêkirine nîşan didin ku ew her tim xwe ji nûve kifş dike. Temayên ku ew li ser hûr dibe hafize û rabihurî ne. Ji hêlekê ve berhemên şexsî ne lê ji hêla din ve jî dîrokeke kolektîf rave dikin xebatên wî. Berhemên wî tenê behsa rêwîtiya wî ya hunerî nakin her wiha li ser wext û mirinê jî gelek tiştî dibêjin. Nexasim jî nihêrîna Baselitz a di vî warî de eşkere dikin ev berhem.”

Geor Baselitz kî ye?
Di sala 1938’an de li bajarokê Kemenz ê Elmanyayê hatiye dinyayê. Xebatên wî yên hunerî piştî salên 1980’yan hatine naskirin. Ew yek ji wan hunermendan e ku di sedsala 20’an de nasnameyeke nû ava kiriye ji bo hunera Elmanî. Ji bilî serpêhatiyên wî yên şexsî xebatên wî travmaya kolektîf a Elmanya û birînên ku Naziyan di hafizeya civakê de vekirine şirove dikin. Teknîka wî ya kompozîsyonê ya ku fîgûrên xwe “serjêrkî” nîşan dide di sala 1969’an de navê wî bêhtir derxistiye pêş di nava alema hunerê de. Baselitz niha 86 salî ye û hîna jî resm û peykeran çêdike. 
NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.