Gendelî nebe qeyran nîne

Çarşem 18 Tebax 2021 - 01:07

  • Ji bo çareseriyê, heger gendelî rabe, xerca ne pêwîst rabe û dawî li gendeliya li Herêma Kurdistanê were, hêdî hêdî qeyrana heyî jî wê bi dawî bibe.”

IDRÎS KARA
MEXMÛR

Li Herêma Kurdistanê roj bi roj qeyrana aborî û siyasî zêde dibe. Nexasim vê dawiyê kêmbûna avê û bihabûna nirxê benzîn, gaz, mazotê li Herêma Kurdistanê bûye sedema nerazîbûna welatiyan. Li Iraqê benzîn bi 450 dînaran e, lê li Herêma Kurdistanê buhayê benzînê du caran ji vê zêdetir e. Li Hewlêr û Silêmanî kêmbûna avê jî bûye mesele, li gelek herêmên din jî ji ber kêmbûna avê, çandinî nayê kirin. Derbarê qeyrana aborî, buhabûna benzînê û kêmiya avê li Herêma Kurdistanê de, Aborînas Mihemed Hisên ji rojnameya me re axivî.

Mihemed Hisên destpêkê îşaret dike bi bandora pandemiya ji ber vîrusa Koronayê û tevizîna aborî ya li tevahiya dinyayê û dibêje, vê rewşê rasterast bandora xwe li Iraq û Herêma Kuristanê jî kiriye. 

‘Hikûmet lawaz e’
Mihemed Hisên dibêje, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistan lawaz e, nikare alîkarê bazarê jî bibe û wiha dipeyive; “Di du salên bihurî de dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm bûye, li hinek welatên cîhanê ji bo ku xwe ji qeyranê xilas bikin, paketên alîkariyê pêşkêş dikin û hêdî hêdî qeyrana heyî derbas dikin. Lê li Herêma Kurdistanê, ji ber ku hikûmet lawaz e nikare alîkariyê bide bazar û karê xelkê. Ji bo ku qeyrana heyî derbas bibe, nikare alîkariyekê jî pêşkêş bike. Esas qeyrana li Herêma Kurdistanê, ji sala 2014’an ve dest pê kiriye û hîna jî dewam dike.”

Dewra Tirkiye û Îranê
Aborînas Mihemed Hisên bi bîr dixe ku di nava vê qeyrana aborî de niha pirsgirêka bêaviyê jî derketiye holê. Mihemed Hisên sedema bêaviyê bi çend sedemên girîng rave dike; “Pirsgirêka avê, aliyekî xwe bi hişkesaliyê ve girêdayî ye, lê aliyê din ê girîng jî bi siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ve girêdayî ye. Îran pêşiya avê digire, bendavan çêdike û robarên tên Herêma Kurdistanê çikandine. Wekî din, girtina ava Firat û Dîcleyê bi destê Tirkiyeyê, bûye sedemeke mezin a bêaviyê li Iraqê. Ev jî rasterast bandoreke mezin li Herêma Kurdistanê dike.”

Lê sedemên ji ber siyaseta PDK û YNK´ê jî hene: “Li Herêma Kurdistanê sedemeke sereke ya kêmaviyê, bi xirabî birêvebirina çavkaniyên avê ye. Nexasim li herêmê av baş nayê belavkirin, ev dibe sedem ku bêavî bide der.”

Benzîn li Kurdistanê buhatir e

Mihemed Hisên qala bilindbûna buhayê benzînê li Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Bazirganiya petrolê di destên taybet de ye, hikûmet ti piştgiriyê ji bo daxistina buhayê wê nikare bike. Lê Iraq ji bo erzanfirotina benzînê, alîkariyê dike. Dewlet piştgiriya vê dike û di encamê de dibe sedem ku benzîn bi erzanî were firotin. Lê Hikûmeta Herêmê ti alîkariyê nade, ji bo vê jî îro li Iraqê benzîn bi 450 dînaran e, lê li Herêma Kurdistanê buhayê heman benzînê du caran ji vê girantir e.”

Mihemed Hisên dibêje, ji sedî 98’ê tiştên tên hinarde kirin, nefta xav e, yanî tiştek nîne ku Iraq û Herêma Kurdistanê bifiroşe derve. Ew diyar diyar dike ku ji ber vê jî aboriyeke lawaz ya ku timî di bin metirsiya qeyranê de heye. 

‘Divê xelk xwe amade bike’

Mihemed Hisên behsa metirsiya piştî egera vekişîna Emerîkayê ji Iraqê jî dike: “Heger di vê demê de Emerîka ji Iraqê vekişe, bazirganên Iraq û Herêmê jî wê herin. Ji ber ku Emerîka piştgiriyeke diyar ya darayî dide Iraqê, heger Emerîka vekişe, metirsiyeke mezin li ser herêmê jî çêdibe. Dibe ku dema Emerîka vekişiya, alîkariya ji bo herêmê jî êdî neyê. Ev ê jî bibe sedem ku şirket ji herêm û Iraqê derkevin. Herwiha wê bi xwe re ne aramiyê bîne û ev jî bandoreke nerênî wê li bazarê bike. Divê xelkê Iraq û herêmê xwe ji vekişîna Emerîkayê ya ji Iraqê re amade bike.    

Desthilatdar berpirs in

Hisên bal dibe ser berpirsê yekêm ê qeyrana heyî jî: “Berpirsên yekem ên ji vê rewşa xirab, partiyên siyasî ên desthilatdar in. Berpirs serkirdeyên siyasî yên niha û ev 20 sal e li ser hukm in. Ji ber vê, pêwîst e aliyên siyasî çareser bikin, heger bixwazin dikarin çareser bikin. Mînak, ji bo çareseriyê, heger gendelî rabe, xerca ne pêwîst rabe û dawî li gendeliya li Herêma Kurdistanê were, hêdî hêdî qeyrana heyî jî wê bi dawî bibe. Heger Barzanî û Talabanî bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, dikarin îro jî dest pê bikin. Pêwîst e reformê bikin. Paketeke çareseriyê ji bo 10-15 salan diyar bikin, bi vî awayî dikarin qeyrana aborî çareser bikin."

Kurdistan vala dibe

Mihemed Hisên îşaret li tesîra rewşê li ser ciwanan dike û dibêje, “Ji bo pêşî li koçberiya ciwanan ber welatên Ewrûpayê ve were girtin, divê derfetên kar werin afirandin. Kes naxwaze jiyana xwe bixe metirsiyê û bikeve ser rêyên deryayî. Divê dawî li siyaseta heyî bînin û ji bo ciwanan bikevin nava hewldanên afirandina kar. Ciwan, jin û zarok ji dewlemendbûnê, jiyaneke xweş û aram bêpar tên hiştin. Ji bo wê ciwan diçin Ewrûpayê, ji ber ku dinihêrin ti hêviyekê nabînin û nikarin bijîn. Nikarin bi rûmet û azad bijîn. Mixabin yên ku îro bikarin xizmetê bikin, Kurdistanê dihêlin û berê xwe didin Ewrûpayê.”

Herî dawî Aborînas Mihsemed Hisên behsa bandora ne yekbûna Kurdan ya li ser qeyrana siyasî û aboriyê dike: “Esas pirsgirêka aboriyê, bi siyasetê ve girêdayî ye. Ji bo ku pirsgirêk çareser bibe, divê reform were kirin. Bê guman yekîtiya Kurdan wê bandoreke mezin li ser qeyranê jî bike. Bandora wê wê li bazirganiya Başûr, bi Bakur, Rojhilat û Rojava re wê bibe. Mînak sala 2017’an xwestin referandûmê bikin, wê demê behsa dijardeya bi Rojava re dikirin. Heger bi Rojava û parçeyên din re bazirganiyek hebe, Başûr wê nefesekê bistîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.