Gelo şirikê komkujiyê ye?
Pêncşem 19 Tebax 2021 - 23:59
- Şahidê komkujiya Sikêniyê: Wekî ku agahiya wan ji êrişê hebe, ji rojan beriya wê, kesek ji artêşa Iraqê nedihat nexweşxaneyê. Ev yek li cem me bû sedema gumanan.
Endamê Komîteya Tendûristiyê ya Şengalê Ebdî Silêman sax filitiye ji komkujiya 17´ê Tebaxê ya dewleta Tirk a li dijî Nexweşxaneya Sikêniyê. Wî ji Îbrahîm Êzîdî re ji bo Rojnewsê got, haya artêşa Iraqê ji êrişê hebûye. Ji bo vê jî da zanîn ku endamên artêşa Tirk jî li nexweşxaneya Sikêniyê dihatin dermankirin, lê beriya bi komkujiyê bi 2 rojan êdî hew çûne nexweşxaneyê: “Wana jî her tim nexweşên xwe dianîn vir, lê ji 2 rojan beriya êrişê ve êdî nedihatin nexweşxaneyê.”
Jixwe beriya komkujiyê jî êrişa li dijî navenda Şengalê pêk hatibû. Ev êriş heman roja ku serokwezîrê Iraqê wê biçûya Şengalê pêk hatibû. Gelek çavdêran li ser vê yekê şiroveyên cihê kiribin jî yek ji wan haydarbûna Iraqê ya ji maşîna şehîd Seîd Hesen tê de bû.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, 17’ê Tebaxa 2021’an Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bombebaran kir. Balafiran welatiyên ku bi hewara birîndaran ve diçûn jî kirin hedef û bi vî rengî 4 caran nexweşxane bombebaran kir. Di bombebarê de 4 endamên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê yên li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, şehîd bûn. Di bombebaranê de 4 kes jî birîndar bûn.
Yek ji birîndarên ku ji komkujiyê rizgar bûye, Endamê Komîteya Tendûristiyê ya Şengalê Ebdî Silêman e.
Hema hema her roj diçûn
Ebdî Silêman ku têkildarî êrîşa hovane agahiyeke gelekî balkêş jî da. Ebdî Silêman da zanîn ku Nexweşxaneya Sikêniyê ji bilî nexweşên YBŞ’ê û sivîlan, her wiha nexweşên artêşa Iraqê yên ku li nuqteya nêzî nexweşxaneyê jî qebûl dikin û ew derman dikirin. Li gorî Ebdî Silêman artêşa Iraqê jî hema bêje her roj nexweş dibirin nexweşxaneyê û li wir dihatin dermankirin.
Ebdî Silêman balê dikişîne ser wê yekê ku 2 rojan beriya komkujiyê, êdî ti kes ji artêşa Iraqê neçûye nexweşxaneya Sikêniyê: “Rojane artêşa Iraqê nexweşên xwe dianîn gel me. Lê wekî ku agahiya wan ji êrişê hebe, ji rojan beriya êrişan ve, hîç kesek ji wan nedihat nexweşxaneyê. Ev nêzîkahiya wan li cem me bû sedema gumanan.”
Armanc kuştina gelek mirovan bû
Ebdî Silêman behsa kêliyên êrişên hovane jî kir û got, “Em zêdetirî 10 kesan bûn û di dema bêhnvedanê de bûn. Li cem me sivîl, nexweş û xebatkarên tendûristiyê hebûn. Ji nişka ve êriş pêk hat. Ez di bin avahiyê hilweşiyayî de mam, lê min karîbû xwe rizgar bikim. Di dema êrişê de gel bi hewara me ve hat û hewl da ku kesên birîndar rizgar bike, lê dema gel kom bû, careke din êriş pêk hat. Di cara duyemîn de hejmara şehîd û birîndaran zêde bû. Her wiha dema careke din gel bi hewara birîndaran ve hat û li der dorê kom bû, cara sêyemîn nexweşxane hate bombebarankirin. Piştre welatiyan ez veguhestim nexweşxaneyê û piştre êdî min nezanî çi bûye.”
ŞENGAL