Gelo dîmenên kuştinê hene?

Çarşem 7 Îlon 2022 - 05:35

AHMET KANBAL

MA/MÊRDÎN

 

Walîtiya dewleta Tirk a Mêrdînê ji bo Adem Kara ê polîsan ew qetilkiribû, daxuyaniyek dabû şû îdîa kiribû, “Lingê polês li kevirê peyarêyê ketiye û gule ji demanceyê derçûye”.  Kesên bûbûn şahidê bûyerê, ev yek derewandin û wan destnîşan kir ku qeydên kamerayê jî hene. 

Polêsan Adem Kara yê 21 salî, 1’ê Îlonê dema ji polîsan direviya ji pişt ve gule berdayê û ew qetil kir. Walîtiya Mêrdînê piştî bi 3 rojan bi daxuyaniya xwe polêsê bersûcê qatlê parast.

Şahidan got, “Polêsan piştî du kes girtin, birin ber erebeya polêsan. Lê piştre, ev ciwan (Adem Kara) ji destê wan filîtî û reviya. Dîsa dest bi bazdanê kir. Pişt re dîsa dengê çekê hat û me dît li cîwanî xistine, ambûlans hat û ew birin.” Şahidê bûyerê ji bo daxuyaniya Walîtiyê jî got, “Çîrok e, min tiştek wisa nedît, lingê wî li kevir ketiye, ketiye xwarê, tiştekî wisa nîne.”

Li aliyê din li cihê bûyer lê qewimî, 4 kamerayên ewlehiyê yên dikanan û kameraya MOBESE ya 360 derece li derdorê dinêre û qeyd dike, hene. Hat gotin, kamereyek ji ber ku li pêşiya wê dar hebûne, kamerayek ji ber ku sîwana zebeşfiroş dikeve pêşiyê, kamerayek jî tenê pêşiya dikanê dikêşe bûyer qeyd nekirine. Hat gotin, kameraya Mobeseyê her tişt qeyd kiriye. Lê nehat zanîn ka dîmenên MOBESE’yê ketine dosyayê yan neketinê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.