Gelek kes kirin nezaretê
Sêşem 23 Gulan 2023 - 15:13
Polêsan dewleta Tirk a dagirker, bi awayekî hemwext bi ser avahiya TUAY-DER a Çukurovayê û gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Mêrdînê, Nisêbîn û Qoserê jî esker û polêsên dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin. Di encamê de li gundê Menderê yê Nisêbînê Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û Firat Demir hatin binçavkirin.
Li Qoserê jî Hevserokê DBP’a navçeyê Mahmût Damar, û Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatin binçavkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatiye destpêkirin. Tê gotin, hejmara binçavkiriyan dibe ku zêdetir bibe.
Bi ser TUAY-DER’ê de girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Mêrsînê de polêsan li bajarên Mêrsîn, Enqere, Antalya, Izmîr û Edeneyê bi awayekî hemwext bi ser 28 navnîşanan de girt. Di encamê de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û xizmên girtiyan hatin binçavkirin. Lêpirsîn bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkariya madî ya bi girtiyan re” hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de bi ser avahiya TUAY-DER Çukurovayê de hate girtin. Çend kesên hatin binçavkirin ev in: Rêveberê Çukurova TUAY-DER’ê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBP’î û Kadrî Ezer.
Li Izmîrê Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz jî hate binçavkirin.
Hunermend û Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar jî dema ji Elmanya vedigeriya Amedê, li Balafirxaneya Amedê hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN