Gel ji me Meşa Azadiyê hêvî dikir
Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:13
Di 22'yê Çileyê de hezar û 330 parêzer ji bo hevdîtinê bi RêberAbdullah Ocalan re bikin, serî li Wezareta Dadê ya Tirk dan. Jiyan Ormanlî yek yek ji wan parêzeran re ku serî li Wezareta Dadê dan. Ormanlî Tecrîd bi renge ‘’nehiqûqî’’ bi nav kir û got,’’Dema em hem li gorî qanûnên Tirkiyeyê hem jî li gorî qanûnên navneteweyî binirxînin, em dibînin ku ev pêkanîn bi tevahî li dijî hiqûqê ye. Ev pêkanîn keyfî û siyasî ye. Ev pêkanîn qanûna înfazê ya Tirkiyeyê, qanûnên navneteweyî û pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) Nelson Mandela binpê dike."
Qanûna Înfazê nayê bicihanîn
Ormanlî bi domdarî destnîşan kir tecrîda li Imraliyê li her deverê berbelav bûye, got divê girtî bi yek rengî ji înfaza qanûnê sûd werbigirin, dewlet divê vê mîsoger bike û wiha domand:’’Lê li Tirkiyeyê ev wekhevî pêk nayê. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) beriya niha çûbû Girtîgeha Îmraliyê û raporek weşandibû. Di raporê de ku hate diyarkirin ku li girtîgehan rêgezên qanûna înfazê nayên bicihanîn. Ji ber vê sedemê biryarên pêşniyazî ji Tirkiyeyê re şandibûn. Lê Tirkiye van pêşniyazan bi cih nayne."
Armanca girtiyan rabûna tecrîdê ye
Ormanliyê bal kişand ser serlêdana wan a li Wezareta Dadê jî û got ku ji ber şert û mercên heyî yên li Tirkiyeyê nizanin dê pêvajo di warê hiqûqî ber bi ku ve biçe. Ormanliyê da zanîn ku divê qedexeya derketina derve ya li Îmraliyê rojek berî rojekê were rakirin û got: “Pêwîst e birêz Ocalan û girtiyên din bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ji ber ku tecrîda mitleq a li Îmraliyê li hemû girtîgehên din jî xwe dide der. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên din jî birêz Ocalan wekî Rêberê xwe dibînin û tecrîda li ser wî qebûl nakin. Ji ber vê yekê girtiyên siyasî li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Tenê daxwzeke vê çalakiyê heye; bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye."
Meşa Azadiyê bi coşî tê pêşwazîkirin
Ormanlî bi bîr xist gelê Kurd Ocalan ji xwe re wekî Rêber dibine, tecrîd li nav gel dibe sedema rabûna hêrsê û got,’’Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û vekirina rêya muzakereyê divê rêya diyalogê ya bi birêz Ocalan re bê vekirin. Dema ku rêya diyalogê vebe, wê lihevhatina civakî û aştî pêk were. Şer heye û ev şer jî wê raweste. Wê bi dawî bibin. Temînkirina wekhevî û edaletê wê hêsantir dibe. Li ser van daxwazan nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên ku dînamîkên civakê pêk tînin jî di nav de, dest bi 'Meşa Azadiyê ya Mezin' kirin. Ev meşa ku ji du milan ve dewam dike, ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Meşa azadiyê her ku diçe ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Ev coş û xwedîderketin, dilsoziya bi birêz Ocalan û baweriya ku wê ew aştiyê pêk bîne nîşan dide."
Em dixwazin Meş xwe bigihîne gel hemûyî
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz ku di baskê meşê yê Qersê de cih digire, diyar kir Meşa Azadiyê li dijî polîtîkayên tecrîdê û zextê hatiye destpêkirin, Meşê dengekî girîng derxistiye û got, “Meşa ji Wan û Qersê weke du baskan destpê kir. Helbet ev ne meşeke welê ye ku tenê du baskan eleqeder û bandor bike, meşeke ku hemû Bakurê Kurdistanê eleqeder û bandor dike. Ev meş hemû gelê Bakur dihewîne. Sedemê ku me ji du baskan destpêkirî ew e ku em xwe bigihînin hemû herêman û hemû sînorên li wan herêman. Em armanc dikin ku xwe bigihînin gel hemûyî. Li her cihê ku em diçinê em bi nêzîkatiyên baş tên pêşwazîkirin. Li navçe û gundên ku em diçinê em sînerjiyeke pir baş digirin, ew jî dibe sedem ku em hîn bi coştir bibin.”
Gel: Tişta ku me ji we hêvî dikir ev Meş bû
Sumeyye Boz ragihand ku ew li her devera ku diçinê bersiva “Tişta ku me ji we hêvî dikir, ev bû” ji gel digirin û wiha got: “Ev jî nîşan dide ku em li ser rêyeke rast in û ne bi tenê ne. Her çendî ku me gotibe me bi 75 kesan dest pê kir, lê di rastiyê de li her dera ku em diçinê em bi hezaran in. 15’ê Sibatê wê çalakiya me bi dawî bibe. Destpêkê 13’ê Sibatê li Amedê wê her du bask bigihin hev. Piştre jî 15’ê Sibatê em ê li Amedê vê çalakiyê bi dawî bikin û bigihînin armanca wê. Em bang li hemû gel, kesên demokrasî, edalet û azadiyê dixwazin dikin ku deng bidin vê meşê. 15’ê Sibatê em li wir dengê aştiyê bilind bikin.”
Rabûna tecrîdê dawî li polîtîkayên şer bîne
Boz ragihand ku tecrîd veguheriye rêbazeke îzolasyonê û got: “Tecrîdê bandor li hemû têkîliyên ekolojîk, aborî û siyasî jî kiriye. Tecrîda ku niha li Tirkiyeyê tê kirin, bi vî rengî xwe nîşan dide. Şikandina tecrîdê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn tê wateya aştî, azadî û wekheviyê. Li Tirkiyeyê di serî de Kurd hemû gel rû bi rûyê polîtîkayên zext û bişaftinê tên hiştin. Şikandina tecrîdê tê wateya bi dawîbûna polîtîkayên şer. Şikandina tecrîdê wê ji hemû gelan re aştî, wekhevî û azadiyê bîne. Lewma şikandina tecrîdê girîng e.”
Meşa Azadiyê heta azadiya Ocalan wê bidome
Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Kemal Bulbul jî têkilî Meşa Mezin a Azadiyê got,’’Meşa me ya azadiyê wê heta misogerkirina azadiyê dewam bike. Nefret û tundiya li ser gelê Kurd bi rêk û pêk dewam dike. Birêkûpêkbûna tecrîdê encamek ji înkarkirina Kurdan e. Li vê derê jî mijara esasî Îmrali ye. Gelên me yên dilxwazên aştî û çareseriyê têne tecrîdkirin. Dixwazin li pêşiya daxwazên me bibin asteng. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne tenê birîna têkiliya mirovekî bi malbat û gelê xwe re ye. Tecrîd êrîşa li dijî mirovan e, rêbazeke îdamê ye û nayê qebûlkirin."
Tecrîd êrîşek li ser heqê me yê demokratîk e
Bulbul her wiha got,’’ Birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de bi projeya xwe ya demokrasiyê nîşan da ku ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn dikare pirsgirêkan çareser bike. Lewma tecrîd tê ferzkirin. Em tecrîdê weke êrîşek li ser mafên me yên cemaweriyê, mafên me yên demokratîk siyasî dinirxînin. Meşa azadiyê van hemûyan bi bîr dixîne."
NAVENDA NÛÇEYAN