Gefa kuştinê li girtiyê siyasî dixwin

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:34

Malbata Ekrem Gun ê ku ji aliyê kesê li qawîşa li kêleka ve bi kuştinê gef lê hat xwarin, der barê jiyana zarokê xwe de bi fikar e. Malbatê diyar kir ku ger tiştek bê serê kurê wan berpirs Wezareta Dadê ya Tirk û rêveberiya girtîgehê ye.  

Ji bo ku te bikujim hatim vir

Girtiyê siyasî Ekrem Gun ê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 ya Bandirmayê ji aliyê kesê bi navê Îsmet Ozdemîr ve ku 2 meh berê ew biribûn qawîşa nêzî wî, bi kuştinê gef lê hat xwarin. Vî kesî wiha gef li Gûn xwar û got “Ji bo ku te bikujim ez anîme vir. Ez ê te bikujim. Loma jî te naşînin girtîgeheke din. Ez ji bo te anîme vir." Parêzerên Gun çend roj berê vê bûyerê biraya giştî re parve kiribûn.  

Gun ku cezayê muebbeda giran lê hatiye birîn û 8 sal in di girtîgehê de ye, di hucreya yek kesî de tê girtin. 

Malbata Gun ku îdareya girtîgehê sûcdar dike ku çendî rewş hatiye ragihandin jî tiştekî nake. Malbat ji ber jiyana Gun bi fikar e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.