Gavên pratîk û biryarên siyasî

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 27 Sibat 2023 - 05:28

Li Elmanyayê, piştî ku li gorî mufredata eyaletan dersan bide, mafê vekirina dibistanên taybet heye. Heta mirov dikarin mufredatên xwe û awayên xwe yên taybet ên dersdayînê bi pêş bixin û ji wezaretên perwerdeyan ên eyaletan destûra sîstema xwe ya perwerdeya li dibistana taybet wergirin. Dibe ku ne karê rojekê diduyan be lê Kurd jî ev ne salek û didu ne ku li Elmanyayê ne. Îro roj em behsa milyonek û nîv Kurdan dikin li Elmanyayê. Lê dibistaneke wan a taybet nîne. 

Gelo dibistaneke bi zimanê Kurdî jî perwerde bike, ji milyonek û nîv Kurdan nedihat?   Bersiva vê bawer dikim bi çend hezar Cihû û gelek dibistanên wan ên taybet dikare bê dayîn. Yanî helbet dikarin bi dehan dibistanên taybet vekin. Lê weke civak ji xwe re nekirin kar. Yanî hêzên wan ên siyasî û civakî siyasetên ziman ên ji bo avakirina dibistanên taybet ên bi zimanê Kurdî jî perwerde bikin nedan ber xwe.

Heger gaveke wisa bê avêtin, beriya wê biryara wê yekê ya siyasî tê dayîn. Ev biryar di meseleya Kurdan de bi giranî siyasî ye, ji ber ku elaqeya xwe bi nasnameya civakê heye û nasnameya heman civakê jî ji bo dewleta Tirk, yên Iraq, Sûrî û Îranê ji wan nasnameyan e ku diviya bû bê tinekirin. Yanî her gava elaqedarî parastina nasnameya Kurdan, bi vî rengê gaveke siyasî ya li dijî siyasetên qirkirinê ye.

Lê belê çima gaveke bi vî rengî nehat avêtin? Çima kesî xwe neda ber? Bi ya min sedema vê nebûna siyaseteke ziman a aktorên siyasî û civakî yên Kurd ên li Elmanyayê ye. Heger siyaseteke wan a ziman hebûya, niha me dê aliyên wê yên kêm rexne bikira, pesnê aliyên wê yên baş bidaye û li ser mitale bikira ka çawa mirov dikare wê baştir bike. Nebûna minaqeşeyên bi vî rengî, di heman demê de nebûna siyaseteke ziman a aktorên siyasî û civakî yên Kurd nîşan dide. 

Beriya 6-7 salan dîsa di vê quncikê xwe min serê xwe bi meseleya vekirina dibistanên taybet ên bi Kurdî jî perwerdeyê bidin, êşandibû. Yanî derfetên teknîkî û madî yên vê yekê hene. Hin alî dikarin ji vê yekê pereyan jî qezenc bikin. Yanî esas mamosteyên Kurd ên li Elmanyayê û hin şirketên di warê perwerdeyê de dixebitin, dikarin weke karekî taybet jî li meseleyê binihêrin. Lê wan ev nekir. 

Komele û yekîtiyên dêûbavan jî ji ber ku van îşan bi projeyan ve girêdidin û projeyên demdirêj jî pirr kêm in, heta niha gaveke wiha, wan jî neavêt. Lê hejmara mamosteyên Kurd ên ku li gorî sîstema pedagojîk a Elman gihiştine, hejmara pedagogên ku dikarin bi karê mufredateke maqûl rabin, têra xwe li Elmanyayê heye. Hevkariyeke bi beşeke zanîngeheke Elman a pedagojiyê jî ne karekî dûrî aqilan e. Lê ji bo ku ev hemû bên cem hev û geveke ber bi pratîkê re bê avêtin, diyar e ku aktorên mezin ên siyasî  civakî yên Kurdan ên li Elmanyayê, divê biryarekê bidin.

Ev biryar ne tenê ji bo zimanê Kurdî ye. Ev biryar ji bo parastina nasnameya Kurdî di nava rewşeke hindikahî ya dijwar de ye. Li aliyekî tesîra çand û zimanê pirraniya mezin a Elman, li aliyê din tesîra pirraniya Tirk û zimanê Tirkî di nava hindikahiyê de, esas bêhnê li Kurdbûnê diçikîne. Aktorên siyasî û civakî yên Kurd îro nikaribin biryara gaveke wiha bidin, wê ti carî nikaribin gaveke wiha biavêjin.     

 

     

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.