Gavên ji bo dagirkeriya nû

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:30

  • Li ser sînorê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de amadekariyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin. Dewleta Tirk leşker ber bi gundan ve veguhestin.

Li ser sînorê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de amadekariyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin. Dewleta Tirk leşker ber bi gundan ve veguhestin. Pêr bi şev artêşa Tirk bi gelek helîkopteran leşker veguhestin nava xaka Başûrê Kurdistanê. Ev amadekarî jî hişyarkirina KCK´ê bi bîra mirovan dixe. 26 Adara bihurî KCK*ê dabû zanîn ku agahî li ber destê wan hene ku PDK wê bi dewleta Tirk re bi îhtîmaleke mezin 15´ê Nîsanê êrişeke nû ya dagirkeriyê li dijî gerîlayên Kurdistanê bide destpêkirin. KCK´ê bang li PDK´ê kiribû, û gotibû, divê PDK tevlî “vê dagirkeriya qirêj” nebe.

Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, dewleta Tirk ji bo operasyoneke nû ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê amadekariyan dewam dike.

Ji bo operasyona dagirker a ku wê hevkariya PDK’ê were kirin, bi rojan e wesayîtên zirxî û leşkerî sewqî gundên Çelêya ser bi Colemêrgê tên kirin. Ev wesayît û leşker li ser xeta sînor hatine bicihkirin.

Pêr bi şev piştî tevgereke zêde ya leşkerî ya li ser sînor, helîkopterên ji Zawîte, Aşût, Gêman û ji Elemûna Qilebana Şirnexê û ji herêma Kotra ya di navbera Şirnex û Colemêrgê ber bi aliyê Başûrê Kurdistanê ve çûn.

Hate diyarkirin ku leşkerên ku bi helîkopteran hatine veguheztin, li aliyê Başûrê Kurdistanê yê sînor li baregehên Gundê Bêdûhê û Orê hatine bicihkirin.

PDK´ê êriş înkar nekiribû

Rojnamevan Kawa Tolhildan 31´ê Adarê ji me re nivîsîbû û gotibû, “Êdî pêkanîna van êrişan hatiye piştrast kirin, lê bi çi rengî û bi çi amadekariyê ev ê pêk bên, elaqedarî rewşa heremê a rojane ye. Li gorî agahiyan, tê îdîakirin ku 15’ê Nîsanê wê êrişek li dijî van hereman pêk were. Dibe ku êriş beriya wê yan jî pişt wê rojê bi çend rojan dest pê bikin.”

Yanî li gorî wî dibe ku çend rojan beriya yan jî piştî 15´ê Nîsanê be, lê her tişt îşaret bi êrişeke dagirkeriyê ya hevpar a PDK û dewleta Tirk dine.  

Çavkaniyên ji nava PDK´ê

Çavkaniyeke ku ji ANF´ê re 26´ê Adarê peyivîbû, gotibû, artêşa Tirk wê bi hevkariya PDK'ê di 15'ê Nîsanê de dest bi êrişa li dijî gerîlayên Kurdistanê bike. Heman çavkaniyê gotibû, piştî provokasyonên PDK’ê, artêşa Tirk wê li herêma Kanîmasî dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê jî rojekê beriya wê dabû zanîn ku li gorî agahiyên li ber destê wan PDK wê hin çalakiyên provokatîf bike. Çavkaniya ji ANF´ê re axivî ya ji nava PDK´ê jî ev piştrast kiribû û gotibû, rêveberiya PDK'ê û dewleta Tirk pîlaneke hevpar amade kirine. Li gorî agahiyên ji vê çavkaniya di 15'ê Nîsana 2022’yan de li herêma Kanîmasî ya wîlayeta Duhokê, artêşa Tirk wê li dijî nuqteyên gerîlayên HPG'ê dest bi êrişa dagirkeriyê bike. Li gorî çavkaniyê "Di encama teqînekê de 3 efserên berpirsyar wê bêne kuştin. Ji van 3 kesan yek jê efserê parastinê ye ku li maseya PKK'ê dixebite, efserê duyemîn jî ji hêzên Zêrevan berpirsyar e."

Provokator Lorkan Mutah e

Heman çavkaniyê gotibû, yekîneya hêzên Zêravan a ku ji bo êrişê hatiye amadekirin, di bin fermandariya Lorkan Mûtah ê ji Mûsilê de ye.

Çavkaniyê îdîa kir, ji bo zemîn ji êrişê re bê amadekirin, ev pîlan hatiye danîn:

Gava 1´ê: Kuştina hin pêşmergeyên PDK'ê
Gava 2´yê: Teqandina lûleya petrolê ya ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê
Gava 3´yê: Li wê herêmê teqandina wesayitekê ku sivîl tê de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.