Nivîskar Helîm Yûsiv da zanîn ku ew ê romana wî ya bi navê “Gava ku masî tî dibin” bi Îtalî jî derkeve.
Romana “Gava ku masî tî dibin” behsa şerê li çiyayên Kurdistanê dike, ku bi salan e ev şer lidar e. Roman Helîm Yûsiv ji hêla Hisam Allawi-Francesca Riccardelli ve hatiye wergerandin û ew ê ji Weşanên Calamaro Edizioni derkeve.
Romana “Gava ku masî tî dibin” beriya niha bi Soranî, Tirkî, Erebî û Ingilîzî jî hatibû çapkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN