Gav bi gav welat talan kirin

Şemî 21 Çile 2023 - 02:15

  • Dewleta Tirk û hevkarên wê yên li Şirnexê bi birrîna daran, bi kanên komirê û bi santralên termîk xwezaya Şirnexê bi temamî talan û qirêj kirin. Bêhn li xelkê Botanê çikandin. 

ZEYNEP DÛRGÛT/MA/ŞIRNEX

 

Wêrankirina ekolojiya Kurdistanê didome. Şirnex yek ji wan bajaran e ku ekolojiya wê di asta herî jor de tê wêrankirin. Li aliyekî lêgerîna li madenan, birrîna daran û qirêjkirina kaniyên avê, lê aliyê din jî bêhestiyariya li dijî herêmê ku ji her aliyî ve tê jehrîkirin didome. 

Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çiyayê Celênimêja ji aliyê cerdevanan ve û di bin çavdêriya leşkeran de heta niha bi hezaran dar hatine birrîn û bi dehan qadên daristanî jî hatine şewitandin. Li aliyê din Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî li navenda bajêr û navçeyên wê Cizîr, Qileban, Hezex, Elkê û Silopiyayê bêyî ku pêwîstî bi rapora Nirxandina Tesîra li Hawîrdorê (ÇED) bibîne li 20 herêman destûra lêgerîna li madenan daye. Li bajêr 2 herêm bi biryara "pêdivî bi ÇED'ê tine ye" ji bo kargehên cuda hatin veqetandin. Li van herêman wê li neft û komirê bigerîn û kana keviran û kanên din ên cuda bên çêkirin. Bi dehan kanên ku li Çiyayê Cûdiyê ava Hêzil, Xabûr û Çemê Nêrduşê qirêj dikin. Ev robarên ava wan dihat vexwarin, niha ji ber kanên komirê, ava wan nayê bikaranîn. 

 

Nikarin derî û paceyên xwe vekin

Li Gundê Avgamasya yê Şirnexê ji ber komirê dar hişk dibin û xanî di bin toza komirê de dimînin. Gundî ji ber toza komirê nikarin derî û paceyên xwe jî vekin. Her wiha li gund nexweşîna pişikê li gelek kesan peyda bûye. Li bajarokê Bêspînê yê Silopiyayê ku bi xwezaya xwe balê dikşîne ser xwe û gelek cureyên giya û daran lê hene, sala 2009'an bê destûra xelkê herêmê, santrala termîk lê hatibûn çêkirin. Santrala termîk zirareke mezin da herêmê û li herêmê nexweşiya pênceşerê jî zêde bûye.  

 

Em ji neçarî li vir dimînin 

Ji gundê Avgamasya yê Şirnexê Ahmet Akil ku her roj di bin toza komirê de dimînin û qada komirê çend metreyan dûrî wan e, anî ziman ku ev yek koçberkirinê li wan ferz dike û got: "Ji ber ku qadên hêrandina komirê li vir in em ji toza komirê gelek zirarê dibînin. Bêhna me diçike û em gelek pê aciz dibin. Ev qadên komirê, 15 sal in li vir in. Ev tiştê ku dikin gelekî li dijî mantiqê mirov e. Makîneya şikandina komirê anîne vê derê û li vir çêdikin. Komira ku ji Gundikremo û Nerexê kom dikin jî tînin vê derê. Ji ber vê komirê bêhna me diçike. Qirêja wê dikeve ser kezeba mirov û dibe sedem ku nexweşiyên cegerê çêbin. Ji ber vê komirê tiştekî me çênabe û hemû darên me hişk kirin, avên me jehrî kirin. Heger ji nêçariye nebe, kesek niha nikare li vî gundî bisekine."

Ji heman gundî Remziye Akilê jî anî ziman ku qirkirina xwezayê bi xwe re nexweşiyan tîne û got: "Ji ber tozê, paqijî nakeve malên me. Em hemû jehrî ketine. Ji ber toza komirê em nikarin pezê xwe ji govan berdin. Ji ber wê jî em difiroşin. Bila van qadên komirê ji derdora me rakin." 

 

Êdî berf û baran nabare 

Sabri Ulger ku li herêma Bestayê ya Şirnexê darên wan tên birrîn jî got; "Ji bo me cihên ku dar lê tên birrîn hemû herêmên me ne. Darbirrîn bi xwe re gelek neyiniyan tîne. Heta niha li Şirnexê 2 metre berf dibariya. Lê ji ber vê darbirrînê êdî ne berf û ne jî baran dibare. Li vir sewalkarî nemaye. Ji bo berjewendiyên çend kesan, xwezaya me bi giştî tê talankirin.’’

 

Destê xwe ji xwezaya me bikişînin 

Ji gundê Gundikremo ku xebatên lêgerîna li komirê lê hatibûn destpêkirin Asya Akinê jî diyar kir ku li ser navê komirê gundê wan careke din tê hilweşandin û got; "Di salên 80'yî de bi sedan gundê me valakirin. Gundê me Gundikremo jî yek ji wan bû. Ji gûzan heta bi karçinan her tişt li gundê me çêdibû. Lê mixabin ev 3 sal in me gundê xwe nedîtiye. Suleyman Bolunmez ket gundê me û li madenê digere. Talankirina bi destê Bolunmez ji ya dewletê bêhtir e. Niha nahêle em biçin wê derê." 

 

Nexweşiya penceşêrê gelekî zêde bûye 

Ji bajarokê Bêspînê, Keskin Kaya da zanîn ku ji roja ku santrala termîk hatiye danîn, heta niha li gundê wan nexweşiya pênceşerê gihiştiye asta herî jor û got; "Piştî ku santrala termîk ava kirin bi lêkolînan derket holê ku Şirnex di nexweşiya penceşêrê bûye yekemîn. Ji malbata min bi xwe jî hem bavê min hem jî birayê min bi nexweşîna pênceşêre jiyana xwe ji dest dan." 

 

Bandorê li her kesî û tiştî dike 

Ji Komîsyona Hawirdoriyê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay jî bal kişand ser qirkirina xwezaya li herêmê û got; "Niha li Gundikremo, Bilika, Hesena û Girêçolya heta Perwarî ya Sêrtê darbirrîn didome. Li dijî vê darbirrînê heta niha gelek şêniyên herêmê jî serî li baroyê dane. 15 sal beriya niha santrala Cînerê li Silopiyayê hat danin. Ji bo ku santrala termîkê neyê danîn jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Çimkî santrala termîkê bi rojê bi sedan ton komirê bi kar tîne û ev jî zirareke cidî dide xwezayê û derdorê."

 

Divê malbat serlêdanê bikin

Parêzer Tay destnîşan kir ku wekî komîsyon wê têkoşîna wan a li dijî qirkirina xwezaya herêmê bidome û got;"Heta niha 250 malbatan serî li me daye. Di aliyê hiqûqî de çi bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Li gorî qanûna daristanan divê yek dar jî neyê birrîn. Qanûn îro li Izmîr, Antalya û Şirnexê ne bi heman awayî tên bikaranîn. Ev jî nakokiyek e û nayê qebûlkirin. Bangawaziya me ji gelê me re jî ew e ku serî li baroyê bidin." 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.