Gáspár Miklós Tamás wefat kir

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 17 Çile 2023 - 01:09

  • Fîlozofê Macar, nivîskar Tamás ku di navbera salên 1990-94'an parlamenterî jî kir û yek ji pêşengên muxalefeta Macaristanê bû, 74 salî wefat kir.

Ji pêşengên kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewrûpayê, fîlozofê Macar Gáspár Miklós Tamás ji ber nexweşiyeke giran di 15'ê Çileyê 2023’yan wefat kir.

Fîlozofê Macar, nivîskar Tamás ku di navbera salên 1990-94'an parlamenterî jî kir û yek ji pêşengên muxalefeta Macaristanê bû, 74 salî wefat kir.

Tamás sala 1978´an bar kir Macaristanê. Di daxuyaniyeke xwe de gotibû, "Ez nehatime Bûdapeşteyê, ez hatim muxalefeta demokratîk a Bûdapeşteyê." Ji ber ku di nava muxalefeta demokratîk de bû, tenê demeke kurt karîbû dersê bide û ji ber sekna xwe ya siyasî ji wezîfeya li zanîngehê hate girtin, weşan lê hate qedexekirin, pasaporta wî hate desteserkirin. 

Têkoşîna wî ji aliyê desthilatdaran ve hatibe astengkirin jî Tamás, endametiya parlamenê kir.

 

Erdogan êrişî Kurdan dike

Tamás, 7'ê Mijdara 2019'an li ber serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li welatê wan rabû û diyar kir ku ji ber êrişên li dijî Kurdan divê were şermezarkirin: “Em hemû zanin ku Erdogan û artêşa Tirk li Sûriyeyê bi rengekî kujer êrişî Kurdan dikin. Meseleya esasî ew e ku her jin û mêr ên xwedî niyeteke baş, neçar in ku piştgiriyê bidin şerê Kurdan. Hikumetên ku we di vê dema zehmet de li naverastê hiştin, wê berdêla vê bidin. Dema hesabpirsînê nêzîk e."

 

Ocalan rêveçûna dîrokê guhert

Fîlozofê Macar Tamás li ber tecrîdkirina Rêber Ocalan rabûbû û Ocalan şibandibû Benes, Maniu, Gandhi, Mandela û Sun Yat-Sen ên rêveçûna dîrokê guhertin. Gotibû, divê êdî Ocalan ne girtî be.

Fîlozofê Macar Gáspár Miklós Tamás tevî filmçêker Ken Loach û Paul Laverty, nivîskar û aktîvîsta Emerîkî Lucina Kathmann, helbestvan, nivîskar û edîtora Meksîkî Judyth Hill, û tevî zêdeyî 1000 kesayetan mohra xwe danîbû binê belavokeke ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewrûpayê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.