Fransayê careke din kampa penaberan xira kir

Çarşem 1 Kanûn 2021 - 23:30

  • Polêsê Fransayê li derveyî bajarê Dunkirk, wargeha penaberên pirraniya wan ji Başûrê Kurdistanê careke din xira kir. 

Polêsê Fransayê li derveyî bajarê Dunkirk, wargeha penaberên pirraniya wan ji Başûrê Kurdistanê careke din xira kir. 31 penaberên -cenazeyên 27´an hatin dîtin - di kanala Manchê de hefteya bihurî çarşemê xeniqîbûn jî li vê kampê diman. 

Li wargehê ne ava vexwarinê hebû û ne jî avdestxane, dîsa jî bi sedan penaber lê diman. Pirraniya wan Kurdên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn. Hemû jî li bendê bûn ku xwe bi rêyekê bigihînin Ingilîstanê.

Polêsan bi ser wargehê de girt, kon û tiştên kes li wan xwedî derneket, avêtin nava kamyonan. Beriya niha jî polês ev kamp xira kiribû. Lê piştî bi çend rojekî penaberan ji nû ve konên xwe lê vedabû. Çav li rê ye ku dîsa heman tişt biqewime ji ber ku penaber naxwazin li Fransayê bimînin, ew dixwazin biçin Ingilîstanê.

Polêsê Fransayê penaberan bi pirranî li stargeh û hotelan bi cih dike, lê penaber çawa keysa xwe lê tînin dîsa berê xwe didin Dunkirkê. Gelek ji vanên li kampê, kesên ku hefteya bihurê di kanala Manchê de xeniqîn nas dikin. Li gorî texmînan niha hejmara van penaberan qederê 1000´î ye.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.