Folklorê belge û arşîv bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:06

  • Li Hesekê lêkolîner û helbestvanê Kurd Salih Heydo, di semînerekê de got, bi salan folklora Kurdî hatiye çewisandin û bang li ciwanan kir da ku parastina stranên folklorîk bikin.hes

Li Hesekê lêkolîner û helbestvanê Kurd Salih Heydo, di semînerekê de got, bi salan folklora Kurdî hatiye çewisandin û bang li ciwanan kir da ku parastina stranên folklorîk bikin.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, bi boneya vekirina Parka Xwendinê li taxa Til Hecer a Hesekê semînerek bi sernavê “Girîngiya folklorê di nasnameya gelan de” da. Di semînerê de bi dehan rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û bi dehan ciwan amade bûn. 

Salih Heydo, destpêkê qala dîroka folklor û rola wê di dîroka gelên herêmê û gelê Kurd de kir û got, “Hewl dan folklora Kurdî, bi taybetî cilên Kurdî tine bikin. Dagirkerên Kurdistanê cilên xwe li şûna cilên Kurdî yên resen ferz kirin. Stranên Kurdî yên folklorî rastî isbat kirin. Lê mêhtinger û dagirkeriya Tirk ew têk bir. Ji ber ku bandoreke mezin li civaka Kurd dikir.”

Dagirkeran folklor tine kir

Salih Heydo got, dagirkeran hewl da Kurdan ji rastî, folklorê, dîrok, çand û rêûresmên wan dûr bixe û da xuyakirin ku para stranên Kurdî yên gelêrî yên di dawetan de û stranên zarokan xwedî bandoreke mezin bûn, û dagirkerên Kurdistanê hewl dida wan tine bikin.

Heydo got, armanc stranê û rastiya wê ew e ku zimanê Kurdî û folklora wê xurt bibe: “Lê mixabin Kurdan di jiyana xwe de sûd ji folklore û heqîqeta stranên xwe yên dîrokî wernegirt.”

Lêkolîner û helbestvan Salih Heydo bang li nifşên nû kir da ku stranên Kurdî yên folklorîk belge û arşîv bikin. Di dawiya semînerê de Salih Heydo gotinên pêşiyan xwendin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.