Folklor û dengbêjiyê diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 03:02

ARAM EHMED/ANHA/HESEKÊ

 

Koma Şehîd Hogir bi dengbêjên temenmezin mîrata çandî ya berê û ya niha tîne cem hev û bi vê yekê hewl dide ku ruhê stranbêjiya folklorî di nav ciwanan de belav bike.

Kesên ku hîna jî bi mîrata xwe ya dengbêjiyê û çanda gundan ve girêdayî ne, her wisa stranên folklorî dibêjin û bêhna rabihuriyê bi rêya stranên ku ji pêşiyên xwe girtine tînin roja îro, kêm mane. Dengbêjiya folklorî yan jî wêjeya devkî wek taybetmendiyeke civaka Kurd tê dîtin ku di salên dirêj de bi dengbêjiya gelêrî dîrok belge kiriye.

Koma Şehîd Hogir ji 9 hunermendan; dengbêj û muzîkjen pêk tê. Kom di sala 2011ʹan de bi awayekî veşartî hat avakirin û bi destpêka Şoreşa 19ʹê Tîrmehê de beşdarî Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê bû. Ev kom bi çirûska yekemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr hate avakirin. Kom çîrokên dengbêjiyê yên ku pîşiyan xwe girtine, li gundan bi şev dibêjin û digihînin guhên nifşekî ku li ber jibîrkirina çanda pêşiyên xwe yên Kurd bû.

 

Di nav şêniyên herêmê de deng vedide

Mihemed Bedran (70) bi navê Bavê Kawa tê nasîn yek ji damezrînerên Koma Şehîd Hogir e, li ser damezrandina komê wiha axivî: "Me destpêkê bi derfetên piçûk û bi dizî li malan dûrî çavê dezgehên hikumeta Şamê, stranên xwe digotin û perwerdeya xwe didît. Bi vekirina navenda çand û hunerê re, navendê pêşniyara avakirina komeke dengbêjiyê kir da ku em stranên xwe wek cara yekem li Hola Reşo ya bajarê Hesekê pêşkêş bikin. Vê yekê jî dengvedanek a komê di nav şêniyên herêmê de çêkir. Armanc ji avakirina vê komê, belavkirina çand û dîroka Kurdan di nav xelkên herêmê de û vejandina mîrateya stranbêjiya gelêrî ye. Ji bo vê yekê  û ji ber ku stranên me folklorî tên dîtin, dengvedanek a wan çêbû."

 

Dengbêj bûyeran nadin jibîrkirin

Têkildarî stranên komê Bedran diyar kir ku hin ji van stranên folklorî di dema çinînê de hatine gotin, hinek ji wan rewşa şer vedibêjin û got, dengbêj van bûyeran vediguherînin stranan da ku werin belavkirin û ew bûyer neyên jibîrkirin. Di dawetên kevin de amûrên muzîkê tune bûn, beşdaran û yên ku govend dikirin bi hev re stran digotin. Ev mîrat heta niha jî di nav xelkên Cizîra Botanê de heye.

 

Pêdiviya wan bi alav û studyoyekê heye

Bedran wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em îro ji bilî rûniştinan beşdarî şahiyên neteweyî jî dibin. Koma me ji du beşan pêk tê, beşa stranên folklorî û beşa ku stranên nû pêşkêş dikin. Ji bo tomarkirin û arşîvkirina stranên me; ne derfetên me hene û ne stranên me yên qeydkirî hene. Li navenda çandê studyoya me nîne. Gelek stranên me hene ku em dixwazin tomar bikin, lê alav û amûrên me yên pêwîst nîn in."

 

‘Riya me destpê kiriye em ê temam bikin’

Nejdet Mûsa ku di nava koma Şehîd Hogir de bi muzîkê re mijûl e wiha dibêje: "Di sala 2011’an de piştî ku min endamên komê nas kir, ez tev li koma Şehîd Hogir bûm. Berê ji ber nebûna navendên hunerî yên Kurdî li herêmê, min mamostetiya muzîka Erebî dikir. Bi destpêkirina şoreşê û avakirina navendên çandî li herêmên me re, ez tev li vê komê bûm da ku ziman û çanda xwe winda nekim. Heta em sax bin em ê stran û çanda xwe bi gelê xwe re parve bikin, her wiha em ê rêya ku me dest pê kiriye, temam bikin. Em ê bi dîrok û çanda xwe ve girêdayî bin."

Mûsa banga parastina kelepûra kurdî kir, her wiha bang li ciwanan kir ku xwedî li ziman, mîras û çanda xwe derkevin. Her wiha tekez kir ku Koma Şehîd Hogir dîrok û çanda gelê Kurd diparêze.

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.