Filmên li ser penaberiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:47

  • “Erişeke pergalî li ser siyaset, çand û hunerê Kurdî heye. Heta ji destê wan tê, şano, konser û nîşandana filman qedexe dikin û nahêlin civak li hev kom bibin yan jî werin gel hev. Jixwe, bişaftin her dewam e. Ji ber wê yekê jî parastineke pergalî û rêxistînî hewce ye.”

ARDÎN DÎREN / AMED

Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ku navenda wê li Amedê ye, ev çend meh in ku kargeh û xebatên sînemayê bi rê ve dibe. Akademiyê berê jî rêzefilmên wek “Ax û Jiyan”, “Ref”, “Malîno” û filma metrajdirêj ya “14 Tîrmeh”ê  çêkiribû. Her wiha beriya qeyûman, bi hevkariya şaredariyên herêmê li Amed, Êlih, Mêrdîn û Wanê festîvalên filman bi rê ve biribûn û xwestibû bingehekî sînemayê li Bakûrê Kurdistanê ava bike. Akademî her çiqas wek berê ne çalak be jî dîsa jî hewl dide, û bi kargeh û nîşandana filman niha karê xwe dewam dike. 

Berpirsê karê kargehên sînemayê û endamê akademiyê Helîm Barîn, balê dibe ser êrişên dewleta Tirkiye û dibêje, “Êrişeke pergalî li dijî siyaset, çand û hunerê Kurdî heye. Ji ber wê jî parastineke pergalî û rêxistînî hewce ye.”

Têkiliyên xurt li gel Katalanyayê

Akademiyê beriya pandemiyê bi hin welatên biyanî re têkilî saz kiribûn û ev 3 sal in bi wan re karên hevpar dimeşîne. Akademî niha bi rêxistina “Ciemen”ê re ya ku navenda wê li Spanyayê ye, dixebite û kargehên hunerî li dar dixe. Wekî din ji Amedê jî Komeleya Çavdêrî û Koçê ya Mezopotamya û dîsa ji Spanyayê jî “Internacional i Cooperacio” du komeleyên hevpar in ku akademiya sînemayê li gel wan dixebite û projeyan çêdike. 

Helîm Barîn derbarê projeya wan ya dawî “Rights and Camera” de dibêje; “Beriya pandemiyê me wek akademî serdana hin welatan kir û hevdîtinên me çêbûn. Bêhtir me xwest em bi Katalanan re bixebitin. Bi vî awayî jî me Ciemenê nas kir.

Nêzîkatî û helwêsta me ya hunerî pirr dişibiya hev û me got, em bi hev re karên hevpar bimeşînin. Wê jî ev daxwaza me qebûl kir. Ev du sal in hevkariya me bi Ciemenê re dewam dike. Me sala 2019’an projeya ewil bi awayekî serketî xelas kir.

Niha projeya diduyan e. Em hêvî dikin bi van projeyan em têkiliyên xwe yên çandî û hunerî bi gelê Katalan re xurttir bikin.”

Piştî kargehan kurtefilman çêdikin

Helîm Barîn gava behsa têkiliya saziya xwe ya ya bi Katalanan re dike, dibêje, carinan ji bo projeyê ew diçin Katalanyayê û carinan jî Katalan tên Kurdistanê. Bi vê çûnûhatinê, wan têkiliyên xwe bi pêş xistine û wan hev du baştir nas kiriye. Di çarçoveya xabata wan ya dawî de jî Barîn dide zanîn ku wan heta niha du kurtefilm çêkirine û dibêje, “Tabî, ev berhem encama perwerdehiyekê ne. Ev nêzî 6 mehan e ku em dersên senaryo, montaj û kamerayê didin û di vî warî de kargehên xwe didomînin. Piştî kargehan me dest bi çêkirina filman kir. Niha me dest bi xebata kurtefilma sêyem kiriye. Em hêvî dikin di nava 15 rojan da filma me ya sêyem jî xelas bibe.” 

Li ser penaberiyê

Barîn, derbarê mijarên projeyê de jî agahiyan dide û dibêje, “Babeta projeya me ´penaberî´ bû. Ji ber wê yekê, mijara filmên me jî penaberî ye. Bi şewirmendiya sînemavan Rodî Yuzbaşi, bi awayekî kolektîf em filmên xwe çêdikin. Hemû xebatkarên komeleyê û kursiyerên ku dixwazin tevlî çêkirina filman bibin karekî digirin li ser milê xwe tevlî xebatê dibin. Ji bo castê em alîkariyê ji derûdora xwe jî dixwazin. Bi alîkariya nas û hevalên me, em pirsgirêkên cast û produksiyonê jî çareser dikin û karê xwe bi vî awayî dimeşînin.” 

Film li Barcelonayê hatin nîşandan

Filmên bi navê “Nûdem” û “Off Road” ku akademiyê ew temam kirine, 13’ê Mijdarê li Barcelonayê di “Festîvala Filman a Rojhilat û Deryaya Navîn” hatine nîşandan. Barîn dibêje, meha Kanûnê li Barcelonayê wê “Rojên Filmên Kurdî” çêbin û filmên wan wê li wir jî werin nîşandan. Barîn, “Piştî me filma xwe ya sêyem jî xelas kir, em ê li Amedê, li sê navendan bidin nîşan. Jixwe, piştî qonaxa festîvalan em ê filmên xwe bi awayekî dîjîtal jî parve bikin.”

Parastineke pergalî û rêxistinî hewce ye

Helîm Barîn, herî dawî dibêje, yek ji mîsyonên sereke yên akademiya sînemayê ew e ku li hember bişaftin û êrişên li dijî çand û hunerê, projeyan bi pêş bixe û di vî warî de rê li ber êrişên pergalê bigire. Rêveberê Kargehên Sînemayê yên Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Helîm Barîn di dawiyê de dibêje, “Akademiya sînemayê li hember bê esilkirina çandî wek çeperekî ye, çanda Kurdî diparêze û sînemaya Kurdî jî bi pêş dixe. Bi projeyên xwe yên berê û yên niha ev yek nîşan daye. Ji îro pê ve jî dê bi heman mîsyonê rabe û li hember êrişên pergalî parastineke pergalî û rêxistinî pêk bîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.