Heger tu şêr î min bibe welat
Film: Rêç
Derhêner: Tayfur Aydın
Dayikek, li keviyên bajaran bi çîroka xwe daketiye; bavek bi bajêr re li hev nake û hînê jiyana bajêr nebûye; lawek ji çanda xwe dûr e, ketiye ber bayê nûjeniyê û xwe dixapîne. Rêç, çîroka sê nifşan bi hev re dibêje û berê me dide rêçeke dûr a ku salên dijwar ew bi berfê nixumandine.
Dayika bi navê Şaristan bi mirina xwe hesiyaye û dilê wê zîz bûye. Bi salan ji welatê xwe dûr di nav bajarên sar de maye lê niha dixwaze vegere welatê xwe û êdî jiyana bajêr bêhna wî teng dike. Di dinyayê de miradekî wê heye, ew dixwaze rojekê vegere welatê xwe û li ser axa bav û kalan bimire. Ji lawê xwe re dibêje, “Heger tu şêr î, ji destê te tê tu mêr î min bibe welat.”
Rêç, rêwîtiya sê nifşan û vegera welat tîne ziman.
Dayik, bav û lawek...çîroka sê nifşan ya li du rêçekê, rêçeke ku wan ber bi rastiyeke veşartî dibe. Sê nifş bi hevre dest bi rêwîtiyekê dikin. Di vê rêwîtiyê de kêlên çîrokeke kevn yek bi yek dibişkive û rastî eşkere dibe.
Dayik bi salan ev çîrok ji wan veşartiye û êşên di dilê xwe de dewisandine!
Li dawiya film em dengê dayika Şaristan dibihîzin; “Hevalên min li ber min kuştin di xwînê de gevizîn. Rojekê ewrên reş bi ser gund ve girtin. Leşker hatin hemiyan qetil kirin kurê min. Hemû hevalên min li ber çavên min kuştin. Kevir li ser kevir nehiştin û gund xera kirin. Tiştek bi hev ve nema û her tişt talan û wêran bû. Ez di nava cenazeyan de di nav gola xwînê de mam. Min jî girtin birin. Piştî zewicîm xwesûya min her tim digot, ‘Hey qîza gawiran!’. Ev birîn û kula dilê min ji bîra min naçe, ji wî çaxî ve tim li bîra min e kurê min. Ez vê birînê hîna nû vedikim ji te re kurê min. Li gund darek heye û mezelên Ermeniyan li wir hene heger ez mirim min bive bin wê darê û di nav mezelên Ermeniyan de veşêre.”
Bila Zer nemire
Film: Zer
Derhêner: Kazım OZ
Gava Kurdek dimire li dû xwe tim çîrokekê dihêle, xasma jî dayikên Kurd yên ku li xerîbiyê bi hesreta welat diçin. Em jî bi dû çîrokên wan yên bi jan dikevin û di wan çîrokan de li xwe mikur tên, li hebûna xwe, li çand û stranên xwe.
Dîroka bêbext û bobelatên hatine serê wan kiriye ku dayikên me tim bi çîrokên veşartî mezin bibin. Jixwe ma ne ev çîrokên nepen in ku dilê wan diêşîne û wan nexweş dike. Heya roja dawiyê jî ew bi van çîrokên xwe yên bi êş dijîn û pêşa xwe ji kesî re venakin. Ew tenê kul û derdên xwe bi stranan dibêjin...stranên bi jan.
Zarîfeyê ji welatê xwe dûr li nexweşxaneyekê di ber sikratan de ye û hesreta welat di dil de bûye kulmek cîncoq, li ber şibakê kûr dirame û li ser lêvên wê tenê stranek xwe dilivîne “Zerê zerê zera min ê...” Heger bimire dê ev stran jî li gel wê bin ax bibe, heger bimire dê çandek din jî winda bibe li xerîbiyê. Bi salan e çîrokekê li ber dilê xwe xwedî dike û bi eynat di bêdengiyê de xwe kerr kiriye. Tenê stranek dihebîne di hembêza xwe de û ev stran dibêje di ber sikratan de. Ta ku rojekê neviyê wê ev stran jê dibîhize û dikeve dû stranê.
Nebiyê Zarîfêyê Jan bi pirsên xwe dixwaze çîroka Zarîfeyê hîn bibe lê Zarîfe wê bê bersiv dihêle, ji xeynî stranê tiştekî din namîne di destê Jan de û Jan dikeve pey vê stranê û dixwaze çîroka Zarîfeyê hîn bibe. Neviyê Zarîfeyê Jan, dikeve dû janên Zarîfeyê û bi janên Zarîfeyê re ew bi janên welatekî birîndar re jî rû bi rû dimîne.
Ew tenê nakeve dû stranê, her wiha ew dikeve dû çîroka Zarîfeyê jî. Bi çîroka Zarîfeyê dê neviyê wê xwe jî nas bike. Ji lewre ew jî bê reh û bê kok li xerîbiyê di nav lêgerînekê de ye û dixwaze xwe nas bike bê ka ew kî ye?.
Strana “Zer” dê deriyê çand û erdnîgariyeke dewlemend ji Jan re veke. Jan di vegera welat de di gelek qonaxan re derbas dibe û di her qonaxê de hînî rastiyekê hîn dibe. Ew di her qonaxê de bêhtir dikemile û maneya strana “Zer”ê bêtir fêhm dike.
AMADEKAR: ARDÎN DÎREN