Filmek û Dîmenek

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Gulan 2021 - 03:30

Yên çûyî wê rojekê vegerin

Film: Dengê Bavê Min
Derhêner: Zeynel Doğan-Orhan Eskiköy


Arşîv û bîra Kurdan bi dengan dagirtî ye. Yên kesên din ji wan re bi cildan pirtûk mane, lê yên Kurdan ji wan re tenê deng mane. Ew deng jî êdî bi aweyekî tesadûfî heger li ciyekî hatibin girtin û li keviyekê mabin. Ji lewma jiyana me tim li dû dengan derbas dibe, geh li dû denbêjekî, geh li dû kasetekê û geh li dû dengê çîrokekê. Dengên winda, çîrokên nîvco û bîranînên bi keser. 

Basê bi dilekî daxdayî, kêlên mezelan bi ser hev de kom dike. Ew li benda yên çûyî ye, di tenêtiyeke kambax de berê wê li asoyan e. Çavên wê li rê qetiyaye û deriyê mala wê vekirî ye. Bawer dike ku yên çûyî dê rojekê vegerin. 

Gelo ji dil jî dê rojekê vegerin? 

Basê bi dengan re dijî, ji xeynî dengan, kes li derdora wê tine ye. Mêr li welatekî xerîb, law li serê çiya û ew li gund bi tena serê xwe. Li benda telefonekê ye, ew çîrokan ji lawê xwe re dibêje bi rêya telefonê. Dengekî ku pê re biaxive nîne, lê ew dîsa jî weke ku hin kes lê guhdar in, diaxive. 

Rojekê dengek yan jî xeberek dê ji Basê re were gelo? 

Dengê Bavê Min, li dû dengekî dûr e. Dengekî ku hin çîrokên nîvco temam dike û berê malbatekê dide nav bibîranînên bi êş. Di nav çûyîn û mayînê de dengek dilerize. Her ku ev deng dilerize, em jî bi rastiyekê dihesin û dixwazin parçeyên vê çîrokê bi hev ve bikin. 

 

Çavên koçberiyê kor bin

Film: Klama Dayîka Min
Derhêner: Erol Mintaş


Çîroka dê û lawekî. 

Bi metaforeke biçûk dest pê dike Klama Dayîka Min, “Qijik, ji bo weke teyrê tawis xweşik bê xuyanê, perên teyrê tawis bi xwe ve datîne û wisa xwe delalokî nîşan dide. Qijik, dixwaze ji rengê xwe yê reş derkeve û rengo rengo bê xuyanê di çavên hevalên xwe û kesên derdora xwe de. Lê ew her çiqas perikê teyrê tawis ên ji wan ketî bi xwe ve datîne jî, dike nake weke wan delal nabe û perikên bi xwe ve dike yeko yeko jê dikevin û ew dîsa bi rengê xwe yê reş li holê dimîne. Her wiha xwe rezîl dike û dibe mijara qerf û henekan. Her çikas Tawis jê re dibêjin, ‘Gere her kes weke xwe be’ jî, Qijîk bi ya wan nake û dixwaze bişibe wan.”

Xwe şibandin nexweşiyeke bindestiyê ye. Mirov rabe çîroka çiyayekî li deştê bike nabe. Divê çiya wek çiya û deşt jî wek deştê bimîne. Divê her kes wek xwe be, li gor rastiya xwe bijî. Ne Qijik bibe Tawis û ne jî Tawis bibe Qijik! 

Çavên koçberiyê kor bibin ku mirov dike biyaniyê ax û welatê xwe. Dayika Nîgar di bajarekî wek Stenbolê de asê bûye, ew bajarvaniyê li hev nakin û berê wê li bîranîn û gundê wê ye. Şev lê herimîne û xew bi çavên wê nakeve, her şev ji kesera kûr cixareyê dikişîne. Sibehan xwe li kolanê dibîne, di nav kolanan de winda dibe. Ew li klamekê digere lê klama ku lê digere jî winda bûye, wek jiyana wê ya di nav bajaran de windabûyî.  

Dayikên me yên ku ketine dû klamên xwe. Klamên dayikên me yên di bajaran de deng li wan hat birrîn. Klamên dayikên me yên di biyaniyê de fetisîn çûn. Klamên dayîkên me yên li xerîbiyê olan didin heta ku ev olana wan digihîje Kurdistanê. 

AMADEKAR: ARDÎN DÎREN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.