Filmek û Dîmenek

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Nîsan 2021 - 02:52

Film: Hewno Bêreng
Derhêner: M. Ali Konar

Salên 1990’î... kuştin, tirs û reva ji SÎ’yên tirsnak ên ku dor li jiyana me girtine.  
Zarokatî xweş e bi xewn û xeyalan. Zarokatî xweş e bi lîstikan û geşt û gerê. Zarokatî ew dem e ku mirov bi awayekî azad û bê hesab xwe berdide nav hembêza jiyanê. Lê gava mijar dibe zarokekî Kurd û xeyalên wî, divê mirov li wir bisekine û hinekî bihizire. Ê xelkê xewnên zarokatiya wan rengo rengo ne, lê yên me Kurdan bêreng in! Gelo çima, kî li me herimand xewnên me? Kê rengê xeyalên me jê bir û perdeya reş bi ser xeyalên me ve berda jêr!

Hewno Bêreng behsa xewnên bêreng û SÎ’yên tirsnak dike, ewên ku dor li xeyalên Mîrza girtine. Mîrza zarokekî tenê ye û di vê zarokatiya xwe de wî ji xwe re dinyayek ava kiriye. Dinyayeke dûrî xeyalên zarokan, a rast, ne wî ev dinya ava kiriye di serê xwe de, ew ji xwe di dinyayeke wiha de çêbûye. Ji wê, naxwaze kes nêzî wî bibe, bi guman e, zû bi zû ji kesî hez nake. Li mal, li dibistanê û li kolanan, ew bi SÎ’yên xwe yên tirsnak re dijî. Zarokatiya Mîrza zarokatiyeke bêreng e, wek xewn û xeyalên wî. Piştî ku diya wî dimire, bêdengiyek û tirsek xwe lê dilifîne, ji wê rojê ve dimîne bêdeng. Ne nivişta seyda û ne jî saza Mîr Ahmed jê re dibe derman. Di dawiya filmê de tenê hêrs para wî dikeve.

Konar, di Hewno Bêreng de zimanekî sînemayî yê çê ava dike. Ji gotinê bêhtir ew nîşan dide. Dinyaya ku li dora Mîrza sêwirandiye û derûniya ku pê re ava kiriye li hember sînemayê rêzgirtinek e. Kirmanckîya di filmê de jî qedirgirtina Konar a li hember zimanê wî yê dayikê ye.

 

Film: Di Navberê De
Derhêner: Elî Kemal Çınar

Osman bi Kurdî dizane, fêhm jî dike lê nikare biaxive! Malbat û hevalên wî pê re bi Kurdî diaxivin lê ew bi Tirkî bersivê dide wan. Ew di navbera du zimanan de maye û nizane vê pirsgirêka xwe çawa çareser bike. Ev rewş hemû jiyana wî dixe nav astengiyê û nikare tiştekî bibe serî. Herî dawî ji bo vê pirsgirêka xwe çareser bike, biryar dide ku biçe kursa zimanê Kurdî. Lê bi Osman re em ê jî bibînin ku li vî welatî yên wek Osman gelek in. Gelek kesên wek Osman di navberê de dijîn. 

Îbrahîm Kurdî û Tirkî li nav hev dixe û nikare ji hev veqetîne. Erdal jî bi Kurdî dizane lê şerm dike ku biaxive, tenê di guhê wî de divê bê axavtin. Çîroka Teymûr ji ya van dirêjtir û sosrettir e. Ew ji Rojava hatiye Bakûrê Kurdistanê, gava hatiye bi 4 zimanan zanibûye.

Kurdî, Erebî, Fransî û Ingilîzî. Lê ji ber ku zimanê Tirkî li ser wî ferz kirine û gotine tu mecbûr î bi vî zimanî biaxivî, zimanên ku berê bi wan zanîbû, hemûyan bi carekê ji bîr dike û nikare êdî bi wan zimanan biaxive. Pergala wî serobino bûye, divê yek jê re bibêje, bi vî zimanî biaxive, tenê ew ê wisa karibe biaxive, naxwe bi serê xwe nikare biryar bide û bi zimanekî ku pê dizane biaxive. Divê hin kes fermanê bidinê yan na ew nikare biaxive. 
Hûn ji xwe re li vê ecêba xwedê binêrin!

Çinar, ji nav mijarên qerase yên polîtîk bi mûçingê mijarek xweş zeft kiriye û ev sosretî rave kiriye. Mêhtingeriyê em di navbera gelek tiştan de hiştine, gelek hest û nihêrînên me hatine mêhtin. Di navberê de mayîn derûniya me serobino dike, ji lewma divê em di navberê de nemînin û xwe rizgar bikin ji vê rewşê.

AMADEKAR: ARDÎN DÎREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.