Filmek û dîmenek

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Adar 2021 - 00:07

Film: Fotograf
Derhêner: Kazım OZ

Rêwîtiyek ber bi çiyayên Kurdistanê ve.  Du xort û du nasnameyên nixumandî. Fotografê rastiya welatekî. Du rêyên dijberî hev. Kî ji kê çi vedişêrê gelo? A girîng çima pêdivî bi tiştekî wiha dibîne? Li vî welatî ku dişibe vê otebosê du kes zû bi zû nikarin bi hev re hevaltiyekê bikin! Şik, guman, cixare, tirs, hestên xerîb, rê, leşker, welatekî dagirkirî û fotografê şerekî xedar. Li dû van hestan hemûyan û rêwîtiyê siya fotografekî ku dilê siberojê dicemidîne û hin tiştan asê dike. 

Du ciwan, du rêyên dijwar, dostanî û hevaltiyeke ku stewr dimîne di fotografekî xwînî de! Li vî welatî kengî di rêwîtiyekê de me bi rehetî navê xwe ji hev re got wê gavê em dikarin fotografekî bê xwîn têxin albûma vê civakê. 
Fotograf, çîrokeke dirêj e ya ku ev bi salan e didome!..


Film: Kilamek ji bo Beko
Derhêner: Nîzamettîn Arîç

Li serê çiyayên bilind, di bin konan de komek zarokên zîrek. Her yek xwedî taybetmendiyekê ye. Her yek xwedî hunerekî ye. Şer, pêvçûn û koçberî her çiqas li pişta wan bar be jî ew di van temenên piçûk de vî barî hildigirin û li zozanên Kurdistanê jiyanekê ava dikin. Li gorî zarokên dinyayê hinek zû mezin dibin, li gorî zarokên dinyayê zû dikemilin û li gorî zarokên dinyayê zû xitim dikin perên ferhenga jiyanê. Ew jî baş dizanin êdî ji xeynî çiyayan kes nikare bibe dostê wan! Ji lewma ew  xwe disipêrin çiyayên xwe, xwe disipêrin hembêza geliyên xwe û li wir vedijînin konê hebûna xwe.

Depreşê dîrokê dê ji ber zilma li Kurdan bûye, her tim reş û tarî bimîne! Heger rojekê li serê tiştek were nivîsandin jî ji xeynî peyva “Şerm”ê dê ew depreş ti tiştî nepejirîne.

Beko, tiliyên xwe terr bike û ji şerma dinyayê re bilorîne wê bilûra xwe!...

AMADEKAR: ARDÎN DÎREN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.