
Komîna Film a Rojava bi koordîneya Komîteya Çand û Huner a bajarê Tebqayê, filma “Kobanê” li pêşiya Navenda Çand û Huner a bakurê bajêr nîşan da.
Gelek ji xelkê Tebqayê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqa û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo temaşekirina filma “Kobanê” li Tebqayê kom bûn.
Film destana qehremaniyê û bûyerên dîrokî yên ku di şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de di salên 2014-2015`an de qewimîne û bûn destpêka bidawîkirina DAIŞ’ê li herêmê, vedibêje.
Tê zanîn ku film cara yekem di 20’ê Îlona bihurî de li Kobanê 6 rojan hat nîşandan.
ANHA/TEBQA















