- Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn, bi filmê xwe “Four Ballads for my Father – Spring” (Ji bo bavê min çar balad - Bihar) ku behsa serpêhatiya malbateke Kurd û êrişên dewleta Tirk a qirker dike, “Xelata Circa” ya ku 30 hezar Euro bihaya wê heye, wergirt.
Hunermenda Kurd Cemîle Şahîn a ku li paytexta Elmanyayê Berlînê dijî, bi filmê xwe yê “Four Ballads for my Father – Spring” (Ji bo bavê min çar balad - Bihar) ê sala 2022’yan, “Xelata Circa” wergirt. Wê xelata xwe 9’ê meha Cotmehê wergirt.
Ji bo hunerên dijîtal di nav xelkê de bide xuyakirin, di sala 2020’an de “The Cultural Institute of Radical Contemporary Arts” (CIRCA) hate damezirandin. Înstîtûyê ji bo sala 2023’yan bi babeta “hêvî” pêşbirkek dabû destpêkirin û di encamê de filmê Cemîle Şahîn ê bi navê “Four Ballads for my Father – Spring” bi ser ket. Li gorî ku înstîtu dide zanîn ji 20 welatan qederê 1.000 filmî miracaetî pêşbirkê kiriye da ku xelatê wergire. Ji van filman 30 heb weke fînalîst hatine neqandin û filmê Cemîle Şahîn ji nav van 30 filman bû filmê herî baş. Kesên di pêşbirkê de weke jurî cih girtin jî ev bûn; Anne Imhof, Nadya Tolokonnikova, Shirin Neshat û Michèle Lamy.
Filmçêkirin hêvî ye
Cemîle Şahîn gava xelata xwe wergirt got; “Film çêkirin hêvî ye. Film hêviyê didin sînemaya îro ya ku bi ti awayî ne ewle ye û bawerî pê nayê. Beriya her tiştî ji bo 40 milyon insanên li Tirkiyeyê ku zimanê wan hatiye qedexekirin hêviyeke mezin e. Li Tirkiyê zimanê wan qedexe ye û ez behsa serpêhatiyên insanên li wir dikim. Bi saya hêviyan em tiştan vedibêjin û ev tişt dibin sînema; mirov dikare di filmekî de hin tiştan vebêje û bi saya filman van tiştan biparêze.”
Film dimînin ji siberojê re
Her wiha Cemîle Şahînê da zanîn ku tiştên di hundirê filmekî de zû bi zû nayên windakirin û got, “Tiştên di hundirê filmekî de ew tişt in ku nikarin qedexe bikin. Ji nifşên siberojê jî ev dîmen girîng in û ev kes dê bi van dîmenen mezin bibin û pêş bikevin. Ev pirr tiştekî hêsan e, berxwedana li hember şerî ye û hêviya herî mezin e.”
Serpêhatiya malbatekê û êrişên dewleta Tirk
Film behsa serpêhatiya malbateke Kurd dike. Hêleke malbatê li Parîsê û hêleke wê jî li Stenbolê ye. Cemîle Şahîn ji dîmenên êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û li dijî Kurdistanê, her wiha ji arşîva malbata xwe sûdê werdigire. Lê esas, ew di vî filmî de behsa “Projeya Guneydoğu Anadolu” (GAP) dike, projeya ku Tirkiye li Kurdistanê pêk tîne. Ew behsa tevlîheviya projeyê û armancên wê dike. Cemîle Şahîn her wiha di filmê xwe de balê dibe ser qedexekirina zimanê Kurdî jî û dixwaze ziman weke mîrateyeke çandî were dîtin û parastin.
Xeyala orkestrayekê û koraya jinan
Cemîle Şahîn çend pirsên ku CIRCA´yê jê kirine jî dibersivîne. Li hember pirsa “Hûn ê bi 30 hezar euroyî çi bikin?” bersiveke wiha dide; “Bi saya filmê xwe yê ‘Four Ballads for my Father – Spring’ dixwazim di sînemayê de bi zimanekî nû dakevim. Dixwazim sînemayê di warê muzîkalê de binirxînim û bi orkestrayekê re kar bikim. Dixwazim orkestraya klasîk veguherînim û koroyeke jinan lê zêde bikim. Di xebata min a siberojê de jî helbet ew ê sahneyên sînematîk hebin. Lê her wiha diyalog û metneke ku koroya jinan dixwîne jî dê hebin. Min her tim dixwest bi orkestrayeke klasîk re bixebitim, ev yek ji xeyalên min bû û niha bi vî pereyî ez ê karibim vê xeyala xwe pêk bînim.”
Hêvî li hember bêdengiyê ye
Cemîle Şahîn li ser pirsa “Hêvî tê çi maneyê ji bo te?” jî got; “Hêvî dijberî bêdengiyê ye. Ew li hember xiyanet û tolhildanê ye jî. Hêvî ew gava yekem e ku insan dikare ji rabuhiriya xwe fêm bike. Her wiha hêvî ji bo siberojê jî gavê duyem e û dikare piştevaniya siberojê bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN