Festîvalek ji wêjeyê re

Yekşem 26 Kanûn 2021 - 22:30

  • Li Silêmaniyê Festîvala Wêjeyê dest pê kir. Waliya Silêmaniyê destpêkê got, rojane herêmên wan ji aliyê welatên cîran ve têne bombebarankirin.

Li Silêmaniyê Festîvala Wêjeyê dest pê kir. Waliya Silêmaniyê destpêkê got, rojane herêmên wan ji aliyê welatên cîran ve têne bombebarankirin.
Li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna komek nivîskar, wêjevan û hunermendan, Festîvala Wêje ya 1’emîn bi rêzgirtina ji bo tevahiya şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştî wê waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir got, bajarê Silêmaniyê ji destpêkê ve paytexta çand, huner, wêje û rewşenbiriyê bû, niha bajarê rewşenbiriyê ye.

Waliyê Silêmaniyê di dewama peyama xwe de got; “Dema em vê festîvalê li dar dixin, em li ber xirab bikaranîna îdare, desthilat û hikumraniyê radiwestin, rojane herêmên me ji aliyê welatên cîran ve tên bombebaran kirin.”

Piştî axaftinan, pêşangeheke wêneyên kesayetên wêjevan, hunerê Silêmaniyê hate nîşandan, piştre pêşangeheke pirtûkan hate vekirin. Festîval îro û sibe jî dewam dike.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.