Festîvalê doza azadiya Ocalan kir

Yekşem 18 Îlon 2022 - 21:15

  • Kurdan û dostên wan li Holandayê bi boneya mihrîcana çanda Kurd a navneteweyî careke din hem hebûna xwe nîşan da û hem jî doza azadiya fizîkî ya rêberê xwe bi dengekî bilind îfade kir. 

Li Hollandayê li bajarê Langraafê, doh baranê ji Kurdan re xweş kir. Di Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30’emîn Baranê ji coşa Kurdan kîm ne kir û kir ku dengê doza azadiya Ocalan bilindtir kir. Di mihrîcanê de peyama sereke ew bû ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka heyî, divê Abdullah Ocalan azad be û PKK li qada navneteweyî weke partiyeke siyasî ya rewa û qanûnî bê qebûlkirin.

Bi hezaran kesên ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Awusturya, Îtalya û Ingilistanê ji serê sibehê ver berê xwe dan qadê.

Li ser navê Komîteya Amadekar a mihrîcanê Hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur qala tecrîdkirina giran a Rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla kir, Wan malavahiya haziran jî kir.

Hozan Şemdîn, Hozan Marûf çend dengbêjên din li ser dikê dîwana dengbêjan danî.

Ciwanên meşa dirêj

Meşa Dirêj a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), TêkoJIN û ciwanên enternasyonalîst a hefteyekê, li meydana mihrîcanê bi dawî bû. Ciwan bi gotina sloganên “Bijî Serok Apo” û “Ciwan fedaiyê Serok Apo ne” ketin meydanê. Li ser navê wan, Çekdar Serhat got, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan wê bi berxwedana ciwanan bişke.

Şoreşa çand û ziman e

Seroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî got, Şoreşa Rojava, şoreşa çand û ziman e.

Di mihrîcanê de li stranên Koma Rêya Heq, Koma Rojava û Koma MA hatin guhdarîkirin. 

Li ser navê Koma Piştevaniya bi Kurdan re ya Başûrê Efrîqayê, Fazela Mahomad û Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Kariane Westrheim, weke endamên Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re xwestin demildest azadiya Rêber Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.

Niha divê azad bibe

Fazela Mahomad got, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha pê de çû: “Em ji tecrûbeyên xwe dizanin ku hikûmeteke zexkar heta dawiyê li ser desthilatdariyê namîne. Dewleta Tirk nikare polîtîkayên qirker ên li dijî Kurdan, bidomîne. Niha dema pêvajoya aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan, piştgiriya navneteweyî û pêvajoya çareseriyê ye. Em li Başûrê Efrîkayê 27 salan li benda azadiya Mandela sekinîn.”

Em divê dengê wî bibihîzin

Serok Komîsyona Sivîl ya NY a Tirkiyeyê Kariane Westrheîm jî peyama li ser navê 50 kesên ji meydana navneteweyî xwend û got, “Em beriya her tiştî ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin, dixebitin û kampanyayan bi rê ve dibin. Em di vê bêdengiyê de jî dengê wî dibihîzin.

Ev sal û pênc meh in ku ti agahî jê nayê girtin. Ne dihêlin malbat ne jî parêzer hevdîtinê bikin. Sedema têkoşîna Abdullah Ocalan rewa ye û ji bo edaletê ye, lê pêkanîna li Rêberê Gelê Kurd tê kirin zilm e.’’

Piştî axaftinan gava peyama bi dîmen a Hevserokên KCK’ê Besê Hozat, Cemîl Bayik, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Mûrat Karayilan li qadê hat nîşandan girseyê bi lîrandin û dirûşmeyan ew bi coş pêşwazî kirin.

Mîhrîcan bi stranên Koma Şengalê bi dawî bû.

LANGRAAF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.