Festîvala Mîtan bi hêviya vegerê hazir e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Çile 2024 - 04:45

Haziriyên Festîvala Mîtan a Şanoyê ya 5’an dewam dikin. Festîval wê 10’ê Çileyê bi dirûşma "Veger nêz e em bi hêvî ne" li Şehbayê dest pê bike. Festîvala Şanoyê ya Mîtan a yekem sala 2014’an li Efrînê hat lidarxistin. Festîvala duyemîn û sêyemîn jî li Efrînê pêk hat. Festîvala 4’an sala 2020’î li kampeke koçberên Efrînê ya li Şehbayê hat lidarxistin. Festîvala 5’an jî dê li navçeya Ehdasê ya Şehbayê were lidarxistin.

Derhênera şanoyê û endama Komîteya Amadekar a Festîvala Mîtan Zeyenb Mihemed da zanîn ku di navbera 4 festîvalan de cudabûn hebûn û got: "Me 3 festîval li Efrînê li dar xistin. Festîvala 4’an li Şehbayê hat lidarxistin. Di navbera her çar festîvalan de cudabûn hebûn, lê belê festîvala 4’an ku li wargeha penaberiyê ya li Şehbayê di nava şert û mercên zehmet de pêk hat, lê ruxmî vê yekê bi awayekî serkeftî derbas bû."

Em ê li ser erdên xwe jî festîvalê çêkin

Der barê amadekariyên lidarxistina festîvala 5’an de Zeyneb Mihemed diyar kir ku wê festîval bi dirûşma "Veger nêz e, em bi hêvî ne" were lidarxistin û wiha pê de çû: "Wekî şanoger me dît ku ev dirûşm a baştirîn e ku hestên me îfade dike. Em ê di demên pêş de şanoyan li ser erdê xwe pêşkêş bikin." Zeyneb Mihemed diyar kir ku li Şehbaye ruxmî dorpêç, êriş û zehmetiyên jiyanê wan vîneke xurt dest bi amedekariyên festîvalê kirine. Derbarê tevlêbûna festîvalê de Zeyneb got: "Ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Reqa, Tebqa, Hesekê û Kobanê, her wiha ji Başûrê Kurdistanê wê tevlêbûn hebe. Ew ê bi giştî 7 lîstikên şanoyê werin nîşandan. Em dixwazin çanda hemû pekhateyan û gelan nas bikin û çanda Efrînê bi wan bidin nasîn."

Bi karnavalekê dest pê dike

Zeyneb Mihemed destnîşan kir ku wê festîval 10’ê Çileyê wekî her sal bi karnavalekê dest pê bike û 8 rojan dewam bike.Derhênera şanoyê û endama komîteya amadekar a festîvalê Zeyneb Mihemed got dê her rojekê şanoyek were pêşkêşkirin û di roja dawîn de spasname werin pêşkêşkirin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.