Bi dirûşma "Welatekî nû" Festîvala Filmên Kurdî ji 22 heta 26'ê vê Mijdarê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê tê lidarxistin. Ji tevahî aliyên Kurdistanê û cîhanê, 19 filmên Kurdî wê werin nîşandan.
Endamê komîteya amadekar a festîvalê Rewend Cewad da zanîn ku komîteyê ji her çar aliyên Kurdistanê 125 filmên cûrbecûr (film, kutrefilm û belgefilm) wergirtin û ji wan 19 film (6 belgefilm, 4 film û 9 kurtefilm) ji bo nîşandanê neqandine.
Festîval dê 22′yê Mijdarê saet di 16:00′an de li gorî dema GMT′ê bi şahiyeke muzîkê dest pê kir. Hunermend Cemîle û Hawara ya ji Bakurê Kurdistanê dê beşdar bibin.
Destpêkê dê filma "Dema Şitil Mezin Dibin" yê derhêner Rêgar Azad Kaya were nîşandan ku gelek xelat wergirtine. Her wiha dê du semîner werin dayîn. Semînera yekemîn li ser wênexêzî di sînemayê de ye û dê ji aliyê hunermend Luqman Ehmed ê ji Rojava ve were dayîn û ya duyemîn li ser zimanê kurdî di sînema de ye dê ji aliyê nivîskar û wergervan Kawa Nemir ve were dayîn.
Di festivalê de dê 3 xelat (belefilmê herî baş, kurtefilmê herî baş û xelata komîteya bilind) werin dayîn.
Der barê girîngiya festîvalê de Rewend Cewad got: "Festîvalên sînemayê yên kurdî ji bo pêşxistina hunera kurdî û nasandina gelê Kurd û hunera wî bi cîhanê re gelekî girîng in. Ji bo nasandina hunera kurdî divê xebatên zêdetir bi rêya film û sînemaya Kurdî bên kirin."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN