Ferqa resenî û reprodûksiyonê!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Cotmeh 2024 - 17:15

  • Zanyar û pisporên ku li “Muzeya Mauritshuis” ya Lahey dixebitin xebateke balkêş pêk anîn. Xebata wan a norolojîk dide nîşandan ku di navbera tabloyên resen û reprodûksiyonên wan de ferqeke mezin heye. Gava insan li tabloyên resen dinihêrin ruh û mejiyê wan bêhtir dixebite.

Ji mêj ve ye tê zanîn ku temaşekirina li hin berhemên hunerî ji ruh û hişê insan re gelekî baş e. Nexasim jî hin tabloyên hunerî ku ew bi destê şêwekarên mezin hatine çêkirin dikin bîner xwe baştir hîs bikin û bi saya van tabloyan ji xemgîniyên xwe dûr bikevin. Ji bo van tabloyan li muze û galeriyan bibînin hin insan welat bi welat digerin û heya ji wan tê dixwazin tabloyên resen ango orîjînal bibînin. Dibe ku wan berê reprodûksiyonên (kopya) van tabloyan li ser înternetê û di pirtûkan de bi dehan caran dîtibin lê ev yek nabe weke dîtina tabloyê resen ku tenê yek jê heye. Tesîra dîtina tabloyên resen ji ên reprodûksiyon cudatir e, ev yek ji hêla pispor û zanyarên ku di vî warî de dixebitin jî hatiye/tê piştraskirin.

Di van demên dawî de hin zanyar û pisporên ku li “Muzeya Mauritshuis” a li Lahey (Hollanda) ku tabloyê Johannes Vermeer ê bi navê “Girl with a Pearl Earring” (Keçika xwedî guharê încî)di hundirê xwe de dehewîne, xebatekê norolojîk birin serî. Zanyaran da zanîn ku di tabloyê “Girl with a Pearl Earring” yê Vermeer xwedî taybetmendiyeke cuda ye û li ser bîneran tesîreke balkêş ava dike. 

Ji bo ferq were dîtin xebateke norolojîk

Xebata norolojîk a ku bi destê zanyarên muzeyê pêk hatiye vî tiştê derdixe holê; dîtina tabloyên orîjînal ên li muzeyê û reprodûksiyonên wan teqez nabe weke hev. Gava insan bi tabloyên resen re rû bi rû dimînin û li wan temaşe dikin hişê wan deh car bêhtir dixebite. Yanî hîsa li hember tabloyê resen û reprodûksiyon ji hev cuda ye û tabloyê resen bêhtir bala însanan dikşîne ser xwe. Ji bo ev xebat pêk were zanyaran 20 dildarên ku hatine serdana muzeyê neqandine û li çalakbûna hişê van bîneran kolane. Bi rêya berçavkên taybet û teknolojiya ku çavan dişopîne ev encam derketine holê. Her wiha ji bo ku encamek baştir were bi dest xistin ji teknolojiya MRI jî sûd wergirtine.

‘Ferqeke mezin heye’

Rêvebira Muzeya Mauritshuis Martine Gosselink ji rojnameya The Guardian re axiviye û gotiye; “Hema bêje 10 caran ferq heye û ev jî ferqeke mezin e. Gava mirov encama tabloyê resen û reprodûksiyon dide berhev ev ferq bi awayekî eşkere xuya dibe. Hişê webe yan jî tine be ferq nake gava ku insan tiştekî dibînin di warê zihnî de hişyarbûnek pêk tê. Ji lewma di hûn bi vî awayî di hişê xwe de têkiliyan ava dikin.”

Meraq kiriye ku ferqê bipîvin

Ji bo xebatê 20 dildarên ku temenê wan di navbera 21 û 65 salî de bûn, ekîpmanên hatibûn hazirkirin bi xwe ve girê dan. Nexasim jî tevgera çavên wan hate şopandin. Zanyaran ji wan re got ku li 5 tabloyên resen û reprodûksiyonên wan binihêrin. Resmên resen ango tekane yekser tesîrê li “precuneus” a hiş ku ew girêdayî bîranînên şexsî û tiştên rasteqîn e, kir. Yanî ev hişyarbûneke erênî ango baş bû. Xebatkarên muzeyê demek dirêj li ser vî tiştî fikirîne û wan ferq kiriye ku di warê hîs û ruh de ferqek heye gava mirov li tabloyê resen û sexteyên wan dinihêre. Li ser vê yekê wan xwestiye vî tiştî bi awayakî zanistî bipîvin ango derxin holê. Ji lewma xebatake wiha dane dest pê kirin. Îro jî bi vê xebatê serfiraz in û dilê wan bêhtir rehet e.

Kompozisyona bi hêz a ‘Keçika bi guhar’

Li gor çavdêriyên zanyaran tabloyê herî zêde li ser bîneran tesîra xwe hiştiye tabloyê Vermeer ê bi navê “Girl with a Pearl Earring” ye. Kompozisyona bi hêz ya tablo bîneran ber bi xwe ve dikşîne. Gava bîner li vî tabloyê dinihêrin di sêgoşeyekê de asê dimînin; çavê jinikê yê rastê, devê wê û guharê wê yê ku bi încî hatiye çêkirin. Muzeyê di nivîsekê de wiha gotiye; “Hûn li çavê wê dinihêrin, paşê li devê wê û herî dawî jî li guharê jinikê. Paşê dîsa hûn li devê wê, çavên wê û li guhar dinihêrin. Û her û her hûn lê dinihêrin! Çima hûn nikarin çavê xwe ji ser bidin alî? İnsan bi awayekî xwezayî pêşî li ser rûyan hûr dibin. Gava hûn li rûyê yekî dinihêrin, dibe ku ew resm an jî fotografek be jî, hişê we dixwaze di derbarê hestên wî kesî de hin tiştan fêr bibe. Bi vî awayî hûn pê derdixin gelo ewlehiya vî kesî heye an na. Xwe baş hîs dike an jî na bi vî awayî hûn pê derdixin.” NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.