Fermandarên leheng ên Cenga Xabûrê

Çarşem 11 Çile 2023 - 15:49

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev daxuyanî da: “Ji roja ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş daye destpêkirin hevrêyên me Xelef, Şahîn, Rênas û Rêncber tevlî nav berxwedana destanî bûn û bi fedakariyeke mezin xeyalên dagirkeriyê yên dijmin pûç kirin. Hevrêyên me li hemberî dijmin bi fedaî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Xelef, Şahîn, Rênas û Rêncber ên bi fedekariyeke mezin û bi azweriya azadiyê tevlî berxwedana dîrokî bûn, wekî fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin. Em soz didin ku em ê erkên têkoşîn û şoreşgerî yên van şehîdên qehreman ji me re hiştine bi berpirsyariya ku em ê layiqî wan bin, pêk bînin.

HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî van agahiyan dide.

XELEF TOLHILDAN: Hevrêyê me Xelef ê ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Mereşê de cih girtibû, hewl da ku erkên xwe  bi awayekî herî baş bi cih bîne. Ji roja ewil heta roja ku şehîd bûye li ser şopa hevrêyên me yên şehîd meşiyaye, mîrateyek mezin a têkoşînê ji me re hiştiye.

ŞAHÎN BOTAN: Milîtanê Apoyî yê fedayî hevrêyê me Şahîn bi biryardariyeke mezin û daxwazeke xurt li dijî dagirkeran bi lehengî şer kir. Bi wêrekiya xwe ya li nava şer, bû hêz û piştgiriyeke xurt ji hevrêyên xwe re. Bi sekneke fedayî berpirsyariyên xwe bi cih anî û heta nefesa xwe ya dawî di nava her şert û mercî de li ser xeta Apoyî israr kir. Ji bo dagirker ji qadên dagirkirî bêne derxistin, bi rengê Adil, Kerîm, Bêrîtan tevlî operasyonên şoreşgerî bû, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. 

RÊNAS DÊRIK: Hevrêyê me Rênas gerîlatiya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir, bi rêbaza afirîner taktîkên gerîlatiyê di nava hev de bi serketî bi kar anî û bû yek ji fermandarên me yên pêşeng. Di nava jiyan û şer de ji xeta tevlîbûnê ya fedaî tawîz neda, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. 

RÊNCBER RÊBAZ: Hevrêyê me Rêncber bi helwesta xwe her tim nîşan dida ku li her derê ji her wezîfeyê re amade ye û bi vî rengî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Ji roja ku tevlîbû û pê ve hewl da bibe xwedî sekneke rêxistinî bi sekna xwe ya di nava şer û jiyanê de wê ji bo me bibe hinceta parastin û mezinkirina jiyana PKK'ê ya pîroz ku şehîdan ji me re hiştine.

Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me Xelef, Şahîn, Rênas û Rêncber, serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soza xwe nû dikin ku têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne;

* Xelef Tolhildan (Serhat Erdogan), li Şirnexê jidayîk bûye, 26’ê Îlona 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

* Şahîn Botan (Serdar Salgûcak), li Şirnexê jidayîk bûye, 25’ê Mijdara 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

* Rênas Dêrik (Cemîl Akar ), li Mêrdînê jidayîk bûye, 25’ê Mijdara 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

* Rêncber Rêbaz (Mihemed Osman), li Kobanê jidayîk bûye, 26’ê Îlona 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.