Fermana dewleta Tirk bi cih tîne

Çarşem 25 Tebax 2021 - 03:16

Li gorî nûçeya saziya çapemeniyê ya ji Başûrê Kurdistanê, Bwar Newsê, hikûmeta Tirk, zext li rayedarên Başûr kiriye da ku îqameta Kurdistaniyên ji Bakur dirêj neke. Li gorî malpera navenda wê li Hewlêrê, rayedarên Başûr ev daxwaza dewleta Tirk bi cih aniye. Rayedarên Hewlêra di dest PDK´ê de êdî zehmetiyan derdixin di dirêjkirin û nûkirina îqameta Kurdistaniyên ji Bakur de. Nexasim jî ewên ku weke nêzî PKK yan jî HDP´ê tên dîtin, dibin mexdûrê van zehmetiyan. Li gorî malperê rayedarên PDK´ê ji wan dixwazin belgeyekê îmze bikin û tê de sozê bidin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.