Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şahiya îmzekirina pirtûka "Kesera Azadiyê" ya helbestvan Ferhad Merdê li Hesekê li dar xist.
Şahî li Parka Xwendiyê ya li bajêr li dar ket. Gelek nivîskar û rewşenbîr tev lê bûn.
Endamê Desteya Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Mihemed Beşîr axivî û bixêrhatina beşdaran kir û çapkirina pirtûka nû ya helbest Ferhad Merdê pîroz kir.
Her wiha helbestvan Ferhad û gelek helbestvanên din helbest xwendin. Dûre helbestvan Ferhad Merdê pirtûk îmze kir û li haziran belav kir.
ANHA/HESEKÊ