Faşîzm wê hilweşe

În 12 Tebax 2022 - 22:00

  • PKK´ê û NPG´ê bi rasthatina salvegera pêngava 15´ê Tebaxê daxuyanî dan. PKK´ê destekkarên faşîzmê hişyar kirin û got, nebin şirîkên sûcên li dijî mirovahiyê ji ber ku ew ê hesab bidin. NPG´ê jî got di sala 39´an a pêngavê de ew ê ber bi serketinê ve bimeşin.   

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand û got, berxwedana azadiyê ya ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê dest pê kirine, li her dera Kurdistanê li ser rêya serfiraziyê didomin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) jî bi heman boneyê got, "Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ku Cejna Vejîna Neteweyî ya gelê Kurd e, di serî de li mîmarê vê vejînê û kedkarê herî mezin Rêber Apo, li malbatên me yên şehîdan, li gelê me, li dostên gelê me û hevrêyan hemûyan pîroz be."

Komîteya Rêvebêr a PKK’ê bi bîr xist ku Pêngava 15’ê Tebaxê yekemîn fîşeka azadiyê li tarîtiya 12’ê Îlonê hatiye xistin û bandor li her çar aliyê Kurdistanê kiriye. Wê got, “Em mizgîniyê didin her kesî ku em li ser xeta Pêngav û Serfiraziyê ya 15’ê Tebaxê dimeşin û ji her demê zêdetir em nêziktirî azadiyê ne.”

Çirûskeke di nava tarîtiyê de

PKK´ê got, “Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxê ya 1984’an wekî çirûska li hemberî tarîtiyê, Kurdistan û dinya hemû ronî kir. Bi derbên ku li feraset û siyaseta mêtinger û qirkerê xist, ji gel û mirovan re bû hêvî. Bandora feraset û siyaseta qirker a li ser Kurdistanê tê ferzkirin şikand, ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tevgereke ronakbûnê ava kir. Wekî berhemeke Rêber Apo, şoreşa feraseteke nû û tarza jiyanê geş kir û careke din mirovayetî û heqîqeta wê anî ba hev. Li ser vî esasî ji bo mirovayetiyê rastiyeke Rêbertiyê ava kir. Êdî li ku dera dinyayê dibe bila bibe tu pirsgirêkeke civakî ne bêyî çareserî ye.”

PKK´ê ev rê weke xeta serketinê bi nav kir û wiha dewam kir: “Kurdan koletiya xwe li ser vî esasî şikand. Berxwedana qehremaniyê ya 38 salan li hemberî serweriya TC’ya faşîst, mêtinger û qirker didome. Di sala 39’an a Pêngava Mezin de berxwedan li çiya, deşt, bajar, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, li her qadê û li ser xeta serfiraziyê didome. Gerîlayên azadiya Kurdistanê Zap, Metîna û Avaşîn di serî de li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li Bakur û Başûr, li metrepolên Tirkiyeyê bi qehremanî şer dikin, destana berxwedanê ya herî watedar a dîrokê dinivîse.” 

Destekkarên faşîzmê hişyar kirin

Di dawiyê de PKK´ê got, “Em careke din her kesê destekê dide qirkirina faşîst a AKP-MHP’ê, nexasim hêzên PDK û NATO’yê hişyar dikin. AKP-MHP’ê wê hilweşe û hesabê sûcên li dijî mirovahiyê wê bide. Ev teqez e. Lewma divê her kes bala xwe bidiyê û kes nebe şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê û destê xwe di xwîna Kurdan de nebîne. Em ê Dem Dema Azadiyê û Têkoşîna xwe ya 50’î salî di xeta 15’ê Tebaxê de teqez bi ser bikevin. 39’emîn sala Pêngava 15'ê Tebaxê wê ji her demê bêhtir bibe sala têkoşîn û serketinê.”

Em ber bi serketinê ve dimeşin

NPG jî bi heman boneyê daxuyanî da û got, “Em sala 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê û Cejna xwe ya Vejînê bi serbilindiyeke mezin pêşwazî dikin. Li ser bingehê nirx û destketiyên şerê me yê rewa yê çekdarî, bi baweriyeke hîn mezintir em ber bi serketinê ve dimeşin.

NPG´ê cejna vejînê jî bi van gotinan  pîroz kir: “Salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ku Cejna Vejîna Neteweyî ya gelê Kurd e, di serî de li mîmarê vê vejînê û kedkarê herî mezin li Rêber Apo, li malbatên me yên şehîdan, li gelê me, li dostên gelê me û hevrêyan hemûyan pîroz be.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.