Fakulteyên nû vebin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:00

  • Ebdurehman Dawê destnîşan kir ku komîteya her sê zanîngeha pîvanên xwe li gorî berjewendiyên xwendekaran danîne û wiha got: “Em dixwazin xwendekar li gorî asta xwe derbasî beşên zanîngehan bibin, me ev yek hilbijart ji bo xwendekar bikarin bi rehetî xwendina xwe di zanîngehê de derbas bikin.”

Endamê Komîteya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku bi mufadeleya (tercîh) duyemîn dê nêzî 2 hezar xwendekar derbasî zanîngehan bibin. Her wiha ji ber pêwîstiya hin beşan bi xwendekaran mufadeleyeke din ji bo 8 beşan ragihandin.

Xwendekarên ku di sala xwendinê ya 2020-2021’an de refa 12’an bi dawî kirine li gorî mufedeleya ku ji wan re hatiye diyarkirin û bi ser ketine, derbasî xwendina di zanîngehên Rêvberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibin.
Piştî ku xwendekarên refa 12`an ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehên Rojava, Kobanê û El-Şerq ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn, mufadeleya yekemîn hat ragihandin. Piştre di 2`ê Cotmehê de encamên mufadeleya duyemîn jî hat eşkerekirin.

Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Mufadeleya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdurehman Dawê ji axivî û qonaxên ku heta niha hatine derbaskirin erênî nirxandin. Her wiha li ser derbaskirina xwendekaran ji bo her sê zanîngehan wiha got: “Piraniya xwedndekaran li gorî xwestekên xwe, cihê xwe di nava zanîngehan de girtine.”

Hin xwendekar xwestekê xwe nenivîsandine

Ebdurehman Dawê da xuyakirin ku nêzî 2 hezar xwendekar wê derbasî zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û wiha domand: “Hejmara xwendekarên ku navên wan di mufadeleya duyemîn de bi cih nebûn derdora 400-500 xwendekarî ye. Sedema zêdebûna hejmara xwendekarên ku dûrî mufadeleya duyemîn mane vedigere xwendekaran; yek jê me xwestibû ku her xwendekarek 10 xwestekên xwe binivîse, lê hin xwendekaran tenê yek an jî 2 xwestek nivîsîbûn.”
Ebdurehman Dawê da zanîn ku li aliyekî din wan di hin beşan de hevdîtin xwestibûn, lê hejmarek ji xwendekaran tevlî ezmûna hevdîtinê nebûn û wiha got: “Ji ber van sedeman valahî derket û ji bo van valahiyan em ê mufadeleyeke din ragihînin.”

Pêwistiya 8 beşan bi xwendekaran heye

Li gorî komîteyê beşên Zanîngeha Kobanê hemû hatine dagirtin, lê di Zanîngeha Rojava û Zanîngeha El-Şerq de valahî di 8 beşan de heye. Di zanîngeha Rojava de valahî di Peymangeha Teknîk a (Mîkanîk û Kehrebeyê) û di Hunera Bedew de ya ku beşeke ji fakulteya wêje û zanistên civakî ye, heye. Her wiha di Zanîngeha El-Şerq de valahî di Fakulteya Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya, Zindînasî û Mamostetiya Refê de heye.
Ebdurehman Dawê destnîşan kir ku komîteya her sê zanîngeha pîvanên xwe li gorî berjewendiyên xwendekaran danîne û wiha got: “Em dixwazin xwendekar li gorî asta xwe derbasî beşên zanîngehan bibin, me ev yek hilbijart ji bo xwendekar bikarin bi rehetî xwendina xwe di zanîngehê de derbas bikin.”

Dixwazin beşên nû vekin 

Endamê Komîteya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdurehman Dawê da zanîn ku di her salê de li gorî derfetan zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşên nû vedikin û wiha got: “Di sala pêşiya me de em hewl didin fakulteyên nû li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bikin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.