Ezmûna perwerdeyê ya Rojava

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 26 Çile 2024 - 04:25

  • Neteweyên Yekbûyî roja 24’ê Çile weke “Roja Perwerdeyê ya Cîhanê” qebûl kiriye. Piştî Şoreşa Rojava, li Rojavayê Kurdistanê jî gelek zanîngeh, akademî, înstîtû û dibistan hatin avakirin. Tevî êriş û dijminatiya li hember ezmûnên gelê Kurd ên di warê perwerdeyê de jî Kurd bi israr gavên girîng davêjin di vî warî de.

Li ser rastiya ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê zan jî Şoreşa Rojava, şoreşa guhertina hişmendiya civakê ye, di pêngava yekemîn a şoreşê de çendîn akademiyên perwerdekirin, fêrkirin û zanistî hatin avakirin. Di nava 11 salan de 4 hezar û 130 xwendingeh hatin vekirin û zêdeyî 860 hezar xwendekarên van xwendingehan hene. Bi kurtasî, perwerde bû kevirê bingehîn yê serketina şoreşê.

Di 3’yê Kanûna 2018’an de, Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ji bo naskirina rola perwerdeyê di aştî û geşepêdana civakan de, roja 24’ê Çile wek Roja Perwerdeyê ya Cîhanê ragihand. Li Başûrê Kurdistanê di nava 32 salên desthilatdariya Kurdan de perwerde roj bi roj têk diçe. Li hemberî vê yekê li Rojavayê Kurdistanê perwerde roj bi roj bi pêş dikeve û bingeha serketin û hemû destketiyên mezin yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de perwerde û sîstemeke nû û demokratîk kir bingeh. Ew jî bû hîmê serketina şoreşê. Sîstema ku li wir şûna desthilatdariya dewletê girt, projeya konfederalîzma demokratîk bû. Ew jî bi avakirina komîn û meclîsan bi awayekî asoyî li hemû xane û beşên bajar, gund û komînên Rojavayê Kurdistanê bû.

Saziya perwerdeyê ya Nûrî Dêrsimî

Di Nîsana 2013’an de Saziya Perwerdeya Zanist û Ramana Azad ya Nûrî Dêrsimî hate avakirin. Ev navend yekemîn navenda perwerdeyê ya Şoreşa Rojava bû. Berfirehkirina şaxên vê navendê û daxwaza xelkê bo perwerdebûnê, di konferansa sêyemîn de navê saziyê guhert û kir Akademiya Civaka Demokratîk. Akademiya Civaka Demokratîk hemû endamên navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîn heta meclîs, navendên Rêveberiya Xweser û navendên civaka sivîl perwerde dike.

19 akademiyên taybet ên jinan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) weke navendeke leşkerî ya parastina sîstema konfederalîzma demokratîk, li gel perwerdeya leşkerî, divê perwerdehiya rewşenbîrî, teorîk, bîrdozî û dîrokî jî wergirin. Bi vê armancê bi dehan akademî vekirine. 19 akademiyên taybet ên jinan hene ku ji aliyê Kongreya Star û Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên birêvebirin.

Bi dehan akademî û înstîtû avakirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê jî perwerdehiya berdewam û berfireh a ciwanan misoger dike. Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê, Mistefa Mihemed Sadiq jî derbarê mijarê de got, “Çend akademî hene ku yek ji wan Akademiya Şehîd Garzan e. Ew ji bo bilindkirina asta zanînê li ser bingehê felsefeya Rêber Apo dixebite. Li Akademiya Şehîd Botan perwerdeya bi zimanê Erebî tê dayîn. Her wiha akademiyek ji bo jinên ciwan û akademiyek jî ji bo rojnamevanan hatiye vekirin.” 

Her wiha Akademiya Ziman hat vekirin û zanîngehên Kobanê, Rojava û Şerq hatin vekirin û tevî van jî 11 akademî û 7 înstîtû jî hene.

Perwerdeya li ser rastiya Kurdistanê

Em dikarin bibêjin, di van akademiyên perwerdeyê de rastiya Kurdistanê, huner, çand, siyaset, felsefe, raman, jiyana hevbeş a gelan, jin, jîngeh û gelek mijarên din, mijarên sereke ne. Ev yek bi awayekî xwebexş û dûrî xapînoktiyê û berjewendiyên aqil, akademiya rojhilatnasiyê û dagirkeran, li ser rastiya Kurdistanê tê kirin. Di van akademiyan de rastiyên dîrokî û rewşenbîrî yên civaka Kurd û neteweyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne analîzkirin û sererastkirin, da ku civak hem xwe birêve bibe, û hem jî xwe ji hêza zordar û berjewendîparêz a dewletê biparêze.

4 hezar dibistan û 43 hezar mamoste

Ji bilî akademiyan di 11 salên bihurî de 4 hezar û 130 dibistan hatin vekirin û tevî şer û dagirkeriya berdewam jî li herêmên Rêvebriya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdetirî 860 hezar xwendevan dixwînin û 43 hezar mamoste jî bi hezkirin û dilsozî dersê didin. Li dibistanên Rojavayê Kurdistanê ji pola 1´ê ya seretayî heta pola 12´an a amadeyî dixwînin û piştre li zanîngehên xwe xwendina xwe dewam dikin. Tevî êriş û bombebaranên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ku carna dibistanan jî dike hedef, rojane dengê bi hezaran zarokan li hewşên dibistanên Rojavayê Kurdistanê bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb tê bihîstin.

Dijminatiya li hember pêşveçûnê

Zanîngeha sereke ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê ye, lê li Rimelan û Hesekê jî beşên wê hene. Li gel Kobanê û Zanîngeha Şerq, kolejên wan ev in: Endezyariya Çandiniyê, Hunerên Bedew, Wêjeya Kurdî, Jineolojî, Endezyariya Petrolê, Endezyariya Petrokîmya, Perwerde. Di heman demê de ji heft beşan pêk tê ku ew jî ev in; Dîrok, Erdnîgarî, Mamostetî, Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya, Zanistên Xwezayî, Darayî û Rêveberî.

Lê ev ezmûna Kurdan ne bê dijmin e, ji aliyê hêzên kevneperest û çeteyên dewleta Tirk û Îranê ve dor lê hatiye girtin. PDK’ê li Başûrê Kurdistanê li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoyeke giran a aborî, siyasî û medyayî daniye ser ezmûna Kurdan û li ser berjewendiyên dewleta Tirk deriyên xwe yên sînor bi temamî girtine.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.