‘Ez heyrana wan im’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Cotmeh 2021 - 01:04

  • Nivîskar û rojnamevana ji Arjantînê Magda Tagtaşiyan neviya nifşê sêyemîn ê Ermenên li Arjantînê ye.

MISTEFA ELO / ANHA/QAMIŞLO

Nivîskar û rojnamevana ji Arjantînê Magda Tagtaşiyan neviya nifşê sêyemîn ê Ermenên li Arjantînê ye. Sê pirtûkên wê hene;  Tunesînî Armenohi (2016), Rihê Ermenî (2020) û Rojava (2021). Magda di heman demê de çalakvaneke di civaka Ermenî ya Arjantîn û cîhanê de ye û di gelek saziyên ragihandinê û warên wêjeyî de dixebite.

Magda Tagtaşiyan têkildar romana xwe ya nû û bûyerên dawî yên li Rojava û Ermenistanê axivî.

Dê her tim wek bîrîneke vekirî bimîne

Rojnamevan û nivîskara Ermen got Qirkirina Ermenan a 1915'an û êrişên niha yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd dişibihin hev û wiha peyivî: "Komkujiyên sala 1915'an û hemû qirkirinên ku nehatin naskirin mîna yên li Şengalê wê her tim birîneke vekirî bimîne. Erdogan hewl dide serdema desthilatdariyê zindî bike û van hewldanan bi rêya dagirkirina dewletên derdorê û êrişên li ser gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê dike.

Dîsa xwe bêdeng kiribûn

Cîhan, saziyên navneteweyî, rêxistinên ne girêdayî hikumetan ên têkildarî mafên mirovan û civaka navneteweyî di bêdengiya xwe û helwesta xwe ya sar de berdewam in. Dema ku Împratoriya Osmanî sala 1915'an zêdetirî milyon Ermenî qetil kirin û komkujî li dijî wan pêk anîn, dîsa xwe bêdeng kiribûn. Niha li hemberî Kurdan heman gef û heman çarenûs hene, ji ber ku heta vê kêliyê tu bertekên şermezariyê ji aliyê serokên dewletan, an Neteweyên Yekbûyî yan jî civaka navneteweyî ve nehatin dayîn."

Siyaseta Osmaniya nû dimeşîne

Têkildarî êrişên artêşa ên li ser Til Temir û gundê Asuriyan nivîskara Arjantînî got: "Erdogan siyaseta Osmaniya nû dimeşîne ku berdewama bûyerên sala 1915'an e. Sîstema li Rojava modeleke maqul e, ne tenê têkoşîna çekdarî, heman demê îdelojî jî divê were kirin. Erdogan hîs dike ku ev sîstem gefan li fikir û projeya wî ya Osmaniya nû dixwe. Her wiha rola vê sîstemê, di nav de rola nû ya jinan wekî gefekê li ser fikirê xwe yê radîkal dibîne."

Li ser berxwedana YPJ’ê roman dinivîse

Têkoşîna jinên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bala Magda Tagtaşiyan dikişîne û di sala 2014'an de li ser dixwîne, dema ku yekem nûçe di ragihandina cîhanê de li ser têkoşîna wan a li dijî DAIŞ'ê hate weşandin.

Ji ber vê yekê romanekê li ser dinivisîne.

Baweriya min bi wan heye

Li ser vê yekê Magda Tagtaşiyan wiha qise dike: "Dema ku ez li ser têkoşîna jinê Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivisînim hîs dikim, ez li ser têkoşîna ku pêşiyên xwe dinivîsînim. Ez heyrana jinên Kurd û Êzidî me û baweriya min bi armancên wan hene ku wê tola xwişkên xwe yên ku bi saxî hatin şewitandin, destdirêjî li wan hatin kirin, wekî kole hatin firotin û bav, xwişk û birayên wan hatin qetilkirin, hilînin. Piştî ku min her du romanên destpêkê bi dawî kirin, min xwest ku li ser Rojava û tevgera jinên Kurd û Êzîdî yên li dijî DAIŞ û rejîma Beşar Esed li Sûriyê û Erdogan li Tirkiyê binivisînim."

Behsa Arîn Mîrkan dike

Nivîskara Arjantînî di romana xwe de balê dikişîne ser ciwaneke Ermenî ku diçe Rojava da ku li pêşiyên xwe bigere, lê li wir tev li refên şervanan dibe. Magda Tagtaşiyan wiha axaftina xwe bi dawî dike: "Min dît ku pêwîstî heye ku jinên nenas ên ku li dijî rejîma baviksalarî şer dikin bidim xuyakirin, ji ber ku ev rejîm cîhanê kontrol dike da ku rola jinan di civakê de lawaz bike. Ez bawer im ku di dîrokê de jin hatin bêdengkirin û reşkirin û bi sihrê hatin binavkirin. Di romana xwe de behsa Arîn Mîrkan û jinên din ên ku li hemberî cîhadîstan şer kirin, dikim, her wiha behsa komkujiyên li dijî jinên Êzîdî dikim."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.